Li girtîgeha Ereglî girtî tên tehdîdkirin 2023-09-02 19:57:37   MÊRDÎN- Girtiyên jin yên li girtîgeha Tîpa T ya Ereglî girtîne di hevdîtina bi parêzerên xwe re diyar kirin ku gardiyan wan tehdîd dikin.   Girtiyên jin ên li girtîgeha Tîpa T ya Ereglî ya Konyayê girtîne di hevdîtina bi parêzerên xwe re diyar kirin ku gardiyan wan tehdîd dikin.  Girtiyan diyar kirin ku hefteyê du an jî sê caran koxuşa wan tê lêgerinkirin û alavên wan tên belavkirin û gardiyan wan tehdîd dikin.