Li bajarên Ewropayê çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir 2023-09-02 15:54:36       NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Almanyayê û Fransayê meş û çalakiyên ku bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” tên lidarxistin, dest pê kirin.    Ev 30 meh in tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdan girankirî de ye. Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê, ji bo Abdullah Ocalan li bajarên Hambûrg, Dusseldorf, Berlîn, Hannover ên Almanyayê û bajarên Rennes, Parîs û Strasboûrg ên Fransayê bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statur” meş û mitîngan li dar dixin.   Çalakiya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi meşê dest pê kir.   Ji bo meşa ku bi banga hevpar a KCDK-E, TJK-E, TCŞ û ADGB’ê hatî lidarxistin, Kurdistanî û dostên wan ên li başûrê Almanyayê, Swîsre û Rojhilatê Fransayê dijîn, ji saet 10.00’an û şûn de li Qada Strasboûrg Place de la Repûblîqûe yê kom bûn. Gel bal dikîşîne ser durûtiya Meclisa Parlameteran a Konseya Ewropayê, Parlementoya Ewropayê û CPT’ê.   Gel di derdora saet 12.30’an de dest bi meşê kir. Piştî meşê li Qada Avenûe de l’Eûrope mitîng tê lidarxistin.    Li qada mitîngê Parlamenterê Konseya Ewropa ya Fransayê Emmanûel Fernandes, ji parêzerên Abdullah Ocalan, Omer Guneş, hevserokên KNK û KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, li ser navê TJK-E’yê Selma Surer û li ser navê rêxistinên ciwanên kurd ên Ewropayê jî Baz Mordem Koçer wê biaxivin.   Meşên li bajarên din jî dest pê kirin. Meş û mitîng berdewam dikin.