Mîhrîcana Munzurê bi coşek mezin didome 2023-08-04 18:03:29   DÊRSIM - 21’emîn Mihricana Munzurê bi panel, konser û hevpeyvinan berdewam dike. Roja duyem ya mihrîcanê de hevpeyvin û konser hatin lidarxistin.    21’emîn Mihrîcana Xweza û Çandê ya Munzurê, bi dirûşmeya  ‘Li dijî talankirinê, xweza û jiyanê diparêzin’ bi panel, hevpeyvin û bi sitranên kirmanckî berdewam dike. Roja duyem ya mihrîcanê  li Kolana Hunerê  bi dirûşmeya ‘Ber be ber be kilamên kirmanciyê’ konser hat lidarxistin. Usenê Pardiyê, Delîl Xidir, Helîn Erenler, Ozan Yagan, Lizge Karabulut, Husnu Gungor û zarokên xwendevanên şaredariya Dêrsimê derketin li ser dîkê. Welatî bi coşeke mezin tevli konserê bûn.    Hunermendan bal kişandin ser zimanê kirmanckî û diyar kirin ku pêwiste ziman bê parastin. Konser bi sitran û coşa welatiyan bi dawî bû.