Meryem Yildirim a hatibû binçavkirin hat girtin 2023-05-31 18:28:52   ÎZMÎR - Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Meryem Yildirim bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Meryem Yildirim ku di 30'yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke Eskîşehîrê de hatibû binçavkirin û cezayê hepsa malê lê hatibû birîn, hat girtin.    Piştî ku dozgerê dosyeyê ji bo cezayê hepsa malê îtiraz kir, Meryem ji bo îfadeyê çû Edliyeya Îzmîrê û li vir hat girtin.    Meryem ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û şandin Girtîgeha Şakranê ya Jinan.