'Efûya îmarê vexwendina felaketê ye!' 2023-02-17 13:32:54       Ozlem Çokdalan   AMED - Seroka Odeya Avahîsazan a Amedê Selma Aslan, diyar kir ku ji ber efûya îmarê gelek avahî di erdehejê de hilweşiyan û rê li ber mirinan vekir.   Piştî erdhejên bi pîleya 7,7 û 7,6 a ku li di 6' ê Sibatê de li Mereşê qewimî, 11 bajar wêranî bûn û bi hezaran kes mirin. Seroka Odeya Avahîsazan a Amedê Selma Aslan têkildarî mijarê de ji ajansa me re axivî û bal kişand ser rewşa plansazî û helwesta rayedaran.   'Pergala kontrolkirinê nîne'   Selma, diyar kir ku Tirkiye cihê erdhejê ye û bi salan e heman tiştî tînin ziman û got: "Çend herêmeke erdhejê be jî tedbîr nayên girtin. Di erdheja Stenbolê ya sala 1999'an de me her tim erdhejê anî ziman lê em dibînin ku heta îro tu tedbîr nehatin girtin. Ev tişt nêzikatiya îktîdarê nîşan dide. Divê avahiyên ku di beriya sala 1999'an hatî çêkirin cuda bê nirxandin û piştî 1999'an qanûna kontrola avahiyan hat derxistin. Di çarçoveya qanûnê de herêmeke pîlot û 10 bajar hatin bijartin. Di sala 2011'an de bi giştî li Tirkiyeyê pergala kontrolê ji hêla fîrmayên taybet ve hat kirin û proje ji hêla wan fîrmayan ve hat xêzkirin. Em dibînin ku ev avahî jî di sala 2011'yan de hilweşiyan."   'Tabloyeke xirab li holê ye'   Selma, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser kêmasiya kontrolkirina avahiyan: "Ji ber kêmasiya kontrolê ya şîrket, Wezareta Bajêr û Derdorê û Midûriyetên Bajêr ev pirsgirêk derdikevin holê. Her wiha şaredarî jî heman tiştî kiriye. Erdhej bûyereke xwezayî ye lê keraset ji ber şert û mercan pêk tê. Hilbijartina erdê jî bandorê li ser hilweşandinê dike. Me li Dîlok, Meletî, Mereş û Elbistanê lêkolîn kir û di encamê de me dît ku gelek avahî xarbûne, kolonên wan hatine jêkirin û erdê awahiyê jî av girtiye. Ev tişt bûne sedema kerasetê. Em bi tabloyeke xirab re rûbirû man."   'Zeviyên çandiniyê ji îmarê re hat vekirin'   Selma, destnîşan kir ku zeviyên çandiyê ji îmarê re hatin vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke ev der ji îmarê re bên vekirin divê kolandina foreksê bê kirin. Kolandin bi teknîkên cuda dikare bên kirin. Lê mixabin li cem me tiştek wisa nîne. Çawa li ser erdê zinarê avahî tê çêkirin li ser zeviyên çandiniyê jî heman avahî tê çêkirin. Ji ber vê jî ev avahî bêqelîte dibe. Kêmasiya kontrolê û negirtina tedbîran jî rê li ber felaketên wisa vedike."   'Bi efûyê rê li ber kerasetê vebû'   Selma da zanîn ku piştî salên 1945- 1948'ê li Tirkiyeyê efûyên îmarê ket rojevê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji vê dîrokî heta niha şaş nebim 8-10 caran efûya îmarê hat pratîzekirin. Beyî xizmeta endezyarî, proje, kontolkirinê ev avahiyên wisa bi qanûnê tên parastin. Li vir endezyar bê wesif tê hiştin. Li vir welatî di avahiyên bê ewle de dijîn. Bi wan qanûnan destûr didin vê yekê. Ji sala 1948'an heta îro efuyên îmarê û herî dawî jî bi aştiya îmarê belgename hatin dayîn. Ev avahiyên ku belgename girtin hildiweşiyan. Bi taybetî li Mereşê û bajarên din avahiyên belgenameyên qeydê girtî hilweşiyan e. Hemû avahiyên qaçax hatin fermîkirin. Bi aştiya îmarê rê li ber kerasetê hat vekirin."     'Pêvajoyeke zehmet li pêş me ye'   Selma, daxuyand ku gelek avahî êdî ber bi hilweşandinê ye û got: "Di vê erdhejê de gelek avahiyên ku kevnbûne xisareke mezin dît. Ji ber ku Tirkiye ne amade bû di roja 2 û 3'yan de komên xwe yên rizgarkirin û lêgerînê şand li cihê hilweşiyayî. Pisgirêkên welatiyan a xwarin, vexwarin û starbûnê nehatin çareserkirin. Li Amedê li gorî agahiyan 412 avahî xisareke mezin dîtiye û divê bên hilweşandin.  Her roj ev hejmar diguhere. 400 avahî ji 5 katan mirov hesab bike ev dibe 50 hezar mirov. Starbûna wan kesan, xwarin û vexwarina wan bi serê xwe pirsgirêk e. Ji bo plansazî û ji holê rakirina mexdûriyetê pêvajoyeke zehmet li pêş me ye. Heta niha jî xebateke ciddî nehat kirin."   'Li ber Çemê Dîcleyê kon hatin vedan'   Selma, da zanîn ku li ber Çemê Dîcleyê kon hatin vedan û wiha axivî: "Ji bo 4 hezar kesî kon hat vedan. Ev der bi pirsgirêk e. Ji ber ku niha zivistane û ba tê. Her wiha havînê jî dibe ku zarok di bikevin çem û jiyana xwe ji dest bidin. Her wiha 4 sal beriya niha qapaxên bendavê hatin vekirin ev der di nava avê de ma. Li vir cihê nexweşiyê ye. Ligel wan tiştên heyî li vir kon hatin danîn. Di konan de jiyan zehmet e dê gelek pirsgirêk roj bi roj derkevin holê. Li herêma Rêzanê gelek avahî zirar dîtiye. Ji bo avakirinê jî divê lêkolîneke bi ewle bê kirin, ji ber ku navçeya Rêzanê navê xwe ji rêzan girtiye û li gorî vê divê avahî bên avakirin."   'Di nava 10 û 15 salan de rant pêşket'   Selma, wiha bal kişand ser avakirina TOKÎ'yan: "Serokkomar diyar kir ku dê di 1'ê adarê de des bi înşaatê bikin. Çawa dikarin wisa demildest plansaziyê bikin. Hêj nikarin xwe bighînin cenazeyên ku di bin kavilan de mayî. Welatî di nava zehmetiyan de dijîn, alîkarî dereng dighije welatiyan. Em dibînin ku di nava 10 û 15 salan de çawa rant li Tirkiyeyê pêş ketiye. Em ê niha bibînin ku dê çawa pêvajoyê bi rêvebibin. Em ê wek odeya pîşesaziyê rastiya zanyarî dê bînin ziman. Divê bi kesên zanyar, jeofîzîkvan, endezyarên jeolojiyê re pirsgirêk bê çareserkirin ku ji bo pêşerojê bi heman kerasetê re rûbirû neyên."   'Hinbûnên xwe didomînin'   Selma, daxuyand ji ber ku şaredarî, rêveberiyên herêmî kontrolê nakin ev encam derdikevin holê û wiha dawî li axafina xwe anî: "Em her tim bal dikişînin ser wezîfeyên şaredariyê. Meclîsên şaredariyê jî di tadîlatan de plana îmarê berçav nagirin, bêyî lêpirsin bikin heman hînbûnên xwe didomînin. Zêdekirina katan, plansaziya îmarê ya qadên çandiniyê hwd, ji jor bigirin heta jerê bû sedema mirina gelek kesan. Ez li Mereş û Semsûrê bûm, bajar hilweşiya bûn. Min degn û qerîna wan kesan li ber guhê xwe hiskir. Tiştên taybet, wêne hemû li derdorê bûn. Ev tişt pir mirovan diêşand. Mirov nikare tiştek bêje."