Jîngehparêz Dr. Medîhe Sofi: Tirkiyê û Îran avê wekî çekê bi kar tînin

  • 09:02 12 Tebax 2022
  • Ekolojî
Sema Çaglak  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jîngehparêz Dr. Medîhe Sofi, diyar kir ku Tirkiyê û Îran bi çêkirina bendav û qutkirina avê zexteke siyasî li Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê dike û got: "Li gorî qanûnên navdewletî çemên Dîcle û Firat du çemên navneteweyî ne û av ne aîdî Tirkiyeyê ye. Tirkiyê û Îran avê wekî çek bikartînin."
 
Hişkesalî û qeyrana avhewayê li seranserê cîhanê bûye mijara sereke. Ligel aloziya siyasî, qeyrana aborî, operasyonên leşkerî yên li Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê, hişkesalî jî bûye xetereyeke mezin. Îran û Tirkiyeyê bi çêkirina bendav û qutkirina avê re herêmê ber bi çolbûnê ve dibe. Birîna daran û talankirina xwezayê jî polîtîkayeke taybet a li hemberî xwezaya herêmê tê meşandin. Derbarê polîtîkayên dewletan a li hemberî avê û bandora hişkesaliyê ya li ser xweza û civakê de Jîngehparêz Dr. Medîhe Sofi axivî. 
 
‘Guhertina avhewayê welatan dorpêç kiriye’
 
Medîhe, daxuyand ku guhertina avhewayê li seranserê cîhanê bandorekê mezin pêk tîne û diyar kir ku ew qeyran hemû welatan dorpêç kiriye û got: “Bi taybetî li başûrê Ewropayê de wekî welatên Îspanya, Yewnanîstan û hin cihên din ên ku ji bo ewlehî qeyrana aborî û ji aliyê siyasî ve jî di bin rîskê de ne. Niha av li seranserê cîhanê bûye pirsgirêk. Mirov nikarin mîna berê berheman hilberînin. Ji ber ku daristan tên şewitandin. Îspanya yek ji wan welatan e ku xwe dispêre hatineyên fêkî, keskahî û çandiniyê, lê niha Îspanya ji ber kêmbûna avê û xerabûna ewlekariya avê nikare berheman hilberîne. Guhertina avhewayê ne tenê bandorê li cihekî dike û hin encamên wê hene wekî şewata daristanan, lehî, qutbûna avê û cihêbûna mirovan. Ziwabûn niha bi taybetî li hin welatên Afrîkayê rû da ye.”
 
‘Ziwabûn encama guherîna hewayê ye’
 
Medîhe, diyar kir ku têgeha ziwatiyê bi xwe ne têgîneke nû ye, ziwatî diyardeyeke xwezayî ye û wiha axivî: “Hişkesalî deh sal beriya niha dubare kiribû. Di jiyana kesekî de dibe ku du caran yan sê caran pêk were. Lê belê ew ziwatiya ku niha em dibînin encama guherîna avhewayê ye ku di 3-4 sal an jî 7 salan carek dubare dike. Ev jî di hevsengiya xwezayê de tiştekî ne ji rezê ye. Piştî sala di 1850'î de zêdebûna fabrîkayan karbondîoksît (co2) li hewayê zêdebû. Ji ber ku bikaranîna enerjiya fosîl a mîna komir, gaz, petrol û hwd gelek hat bikaranîn. Gazên ku dibin sedema ziwabûnê ne tenê karbondîoksît in. Lê em zêdetir behsa karbondioksîdê dikin, ji ber ku rêjeya wê ya hewayê zêdetir e û bandorên wê zêdetir in.”
 
‘Iraq ber bi çolbûnê ve diçe’
 
Mehîde bibîrxist ku li Îraqê bahoza tozê hebû û diyar kir ku li başûrê Kurdistanê bi taybetî li herêma Germiyanê yek ji pirsgirêkên ziwabûnê heye û wiha bi lêv kir: “Ev gaz germ dibin û atmosfera erdê germ dikin. Ji ber vê sedemê başûrê Kurdistanê ziwabûnek derasayî dijî. Ev jî rêjeya baranê kêm dike û ev jî tê wateya ku dema germahî dê dirêjtir bibe. Wê berû û berên wê kêmtir bin û çolbûn pir be. Bi çolbûnê re ev jî tê wê wateyê ku axa ku ji ber zuhabûnê ziwa dibe nikare berhemên baş hilberîne.  Em bayê tozê weke encama ziwatî û çolê û barana kêm dibînin.”
 
‘Bendav bûn sedema hilweşîna civakî’
 
Mehîde, destnîşan kir ku xemsar nêzî xwezayê Kurdistanê dibin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em li Kurdistanê behsa ziwabûnê dikin û li gorî min divê zûtir me çareseriyek ji bo vê qadê diyar bikira da ku Kurdistan ne cihekî kêm av e. Ev zuhabûneke ku em niha dijîn ji bo pêşeroja me xetereyek mezin e. Mixabin em li ser van mijaran xemsar nêz dibin. Li gorî min niha metirsiyek mezin heye ku hem Tirkiye û hem jî Îran bi ava ku tê Başûr qut dike. 
 
'Lawaziya Iraqê ji xwe re kir fersendek' 
 
Mehîde, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser bandora projeya GAP’ê: “Tirkiye 22 bendav û 20 stasyonên ceyranê ava dike, her wiha Îran jî bi avdana çemên Karka, Karûn, Sîrwan û her wekî din ji bo ava Kurdîstanê metirsiyan pêk tînin. Bi taybetî divê projeya GAP baş were fêm kirin. Projeya GAP tê wateya çêkirina bendavên li ser çemên Dîcle û Firat ên li başûrrojhilatê Anatoliyê, ku bakurê Kurdistanê jî di nav de ye. Di projeyê de çêkirina 22 bendavên mezin û 19 stasyonên hilberîna ceyranê hene. Ev proje ne projeyeke nû ye, Fikra Ataturk bû. Lê hêdî hêdî li ser kar kirin heta ku Iraq welatekî leşkerî yê bihêz bû, Tirkiyê nikaribû bi awayekî vekirî projeyan pêş bixe. Lê niha Iraq, Iraqeke lawaz e û Tirkiyê ew lawazbûnê ji bo projeyên xwe firsend dibine. Iraq êdî nikare rê li ber Tirkiyeyê bigire. Bi taybetî jî ew proje bandorê li ser Iraq û başûrê Kurdistanê dike. Di encamê de dê bi hezaran hektar wekî berê werin çandin. Ji ber vê aloziyê gelek cotkar ji cih û warên xwe derketine û li kar digerin.”
 
‘Hiqûqa navneteweyî bin pê dike' 
 
Medîhe, da zanîn ku li gorî qanûnên navdewletî çemên Dîcle û Firat du çemên navneteweyî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê Tirkiye ew qebûl nake. Ew dibêje ku ev her du çem çemên me ne û av jî aîdî me ye. Tirkiye li ser esasê hiqûqa navneteweyî nikare bêje av aîdî min e. Ji ber ku av li seranserî cîhanê çavkaniyeke xwezayî ya giştî ye û ne çavkaniyeke xwezayî ya neteweyî ye ku girêdayî wî welatî be. Ji ber ku ev her du çem di navbera du welatan de zêdetir in di warê qanûnî ya çemê navnetewî de ne. Yek ji wan bendavan jî bendava “Ilisu” ye ku li ser çemê Dîcle bandoreke mezin li ser dabînkirina ava Dîcle dike. Tirkiyê bi vî bendavê hem ji bo rantê hem jî hilweşandinek dîrokî pêk anî. Ev bendav ji bo ziwabûna çemê Dîcle û Firatê xetereyeke gelek mezin bû. Her wiha zêdetir li ser ava Iraqê jî bandorê dike. Ji bilî ku wan bandoreke mezin li ser gelek bajar, şaristanî û bajarokên qedîm ên bakurê Kurdistanê dike, mînak Heskîf cihê mîrateya komekê ye. Lê Tirkiye her tim bi lehiyan gefan dixwe, yanî mirov neçar mane ku malên xwe biterikînin û biçin cihên din. Gelek mizgeft an jî gelek cihên kevn hatine rûxandin. Li welat gelek rêxistinên navneteweyî û hawirdorparêz û heta kesayetên navdar li dijî avakirina Bendava Ilisu derketin û lê di dawiyê de Tirkiyê ew bendavê çêkir.”
 
‘Tirkiyê û Îran avê wekî çek bikar tînin’
 
Jîngehparêz Dr. Medîhe Sofi, destnîşan kir ku av li seranserê cîhane bûye pirsgirêka yekser û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tirkiye û Îran dixwazin avê wek fişareke siyasî bikar bînin da ku planên xwe pêk bînin. Ji ber ku sîstema dabeşkirina avê ya kevin bi gelek bermahiyên de avê asta hişmendiya me kêm e. Ji bo mînak bendava Bexma yê ku di sala 1979’ê de hatibû xwestin li Erbîlê were çêkirin. Astekê wê bendavê hatibû temam kirin lê belê ji ber şerê Korfezê hatibû sekinandin. Heke ew proje temam bibûya dê li Başûrê Kurdistanê bi temamî wêran bibûya. Divê em girîngî bidin wan mijaran û ji bo ewlehiya pêşeroja xwe xwezayê xwe biparêzin.”