‘Ewlehî bi birîna daran tê girtin gelo?’

  • 09:10 2 Tebax 2022
  • Ekolojî
 
STENBOL - Aktîvîstên Ekolojiyê ku bertek nîşanê talana bi destê leşker û cerdevanan li Şirnexê tê kirin dan û diyar kirin ku divê li dijî nîjadperestiya ku heta ekolojiyê çûye destur neyê dayîn û li dijî komkujiyê hemû alî bertek nîşan bidin, dengê xwe bilind bikin.
 
Li Şirnexê, li Cudî, Gabar û herêma Besta bi destê cerdevanan û di bin kontrola leşkeran de ev du sale qirkirina daran tê jiyîn. Li Bestayê bi dehzaran darê mazî ji aliyê cerdevanan ve tên birîn û tunekirin. Li Bestayê li gundên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyan her wiha herênêmên nêz birîna daran didome. Her roj 20-25 kamyon û tir tên tijekirin û derdixin derveyê bajêr. Li gorî Baroya Şirnexê, di 7 mehan de ji sedî 8 daristan tune bûne.
 
Êrişek topyekun
 
Aktîvîsta Ekolojiyê û ji Parastina Valîdebag Aysel Okan Hoşgît der barê qirkirina xwezayê ya li herêmê tê jiyîn bertek nîşan da û bi lêv kir ku li herêmê êrişek topyekun mijara gotinê ye. Ayselê ev tişt anî ziman: “Ji xwe êrişê mirovan dikin û kamufle dikin. Bêguman talana xwezayê nû dest pê nekiriye. Hîna me dest bi parastina daristanan nekiribû wan dihat dibirîn û dibirin difrotin. Ji bo vê jî digotin terorîst tên xwe vedişêrin û hincetên cur bi cur derdixistin holê. Bi vî awayî jî daristan ji bo dewletê wek xetereyeke mezin e nîşan didan û dest bi komkujiyan kirin. Gelê Kurd ji ber têkoşîna ji bo mafên xwe daye, ji têkoşîna ekolojîk re dem veneqetandiye û ev rewş di salên 90’î de guheriye û di alî ekolojîk de têkoşîn rû daye.”
 
Polîtîka şerê taybet
 
Ayselê destnîşan kir ku beşeke kesên li bajarên Rojava bi propanganda dewletê bawer dikin û wiha daxuyand: “Dewlet her bûyerê bi terorê ve girê dide û pêşdarazek wisa bi civakê re peyda dibe. Li her çar alî welat ji bo rantê komkujî tên jiyîn. Bi awayekî çavsero  êrîşê qadên jiyanê û zindiyan dikin. Li herêmê dewlet polîtîka şerê taybet dimeşîne. Axa wan qirêj dike. Ji xwe herêm ne herêmeke ku pir zêde dar lê hene. Lê yên heyî jî qetil dikin. Bi armanca herêmê vala bikin vê dikin.”
 
‘Qirkirinê di bin navê ewlehiyê de dikin’
 
Ayselê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qirkirinê di bin navê ewlehiyê de dikin. Ji bilî talankirinê tiştek din nîne. Ger ku hûn ewlehiya wan digirin wê demê wan mirovan azad bikin. Bila herêmê şîn bikin, ji bo vê teşwîq bike. Ji bo ewlehiyê ma dar tên birîn? Bêguman derewên wan dertên holê. Nîjadperestî heta ekolojiyê jî çûye. Bertekên li bajarên rojavayê Tirkiyeyê tên dayîn ji bo herêmê nayên dayîn. Zîhniyeteke ‘Li rojhilat çi dibe bila bibe’ heye. Hemû xweza parêz divê ji bo qirkirina daran deng derxin. Her tişt bi yekitiyê pêkane. Ez her kesî vexwendiyê têkoşînê dikim.”
 
‘Dewleteke ku pê bawerî hebe tune’
 
Ekolojîst Aktîvîst Nesrîn Aslan jî wiha vegot: “Dar li her derê dare, canê wan jî heye. Dewleteke ji talanê westiyaye heye. Her tim rewşa talanê heye. Darên wir digirin û dibin. Di bin navê ewlehiyê de dikin. Ji bo wan herêman bê  mirov bihêlin vê dikin. Ev mantiqek binpêkere. Maf û hiqûqek xwezayê heye. Ev tiştên tên kirin cînayetin. Ji bo pere evqas rant divê neyê kirin. Divê tu kes li dijî vê bêdeng nemîne. Ez bang li hemû kesî dikim kul i dijî ve talana li Şirnexê bêdeng nemînin. Îro li wir wê sibê li cihekî din be. Divê bi taybet herêmê bê şopandin.”