Li Çiyayê Cûdî ku qirkirina xwezayê didome walîtî mîhrîcanê li dar dixe

  • 11:18 30 Tîrmeh 2022
  • Ekolojî
ŞIRNEX – Li Çiyayê Cûdî îqtîdarê di bin navê herêma ewle de li şêniyên herêmê qedexe kiriye, Walîtiya Şirnexê mîhrîcanê li dar dixe.
 
Li ciyayên Cudî, Gebar û herêma Bestayê qirkirina xwezayê û birîna daran a bi destê îqtîdarê bênavber berdewam dike. Heta niha bi tonan dar hatine birîn û her ku diçe herêm ber bi çolbûnê ve tê birin. Her wiha di vê pêvajoyê de di bin navê ewlehiyê de li heman herêmê gelek gund hatin vakakirin û di bin navê ewlehiyê de ketin û derketina ji gelek gundan hat qedexekirin. Gundiyên mayî di malên xwe de hatin hepiskirin û mêrg, zozan û çîmanên li herêmê li gundiyan û sewalên wan hatin qedexekirin. 
 
Li Herêma ku bi her awayî di bin navê ewlehiyê de li şêniyên wê hatiye qedexekirin, li Çiayê Cûdiyê Walîtiya Şirnexê mîhrîcanê li dar dixe.