Ji ber şewata ku derket û nehat vemirandin bi sedan dar bûn xwelî 2018-07-19 10:50:20   ŞIRNEX  - Şewata ku li Çiyayê Cudiyê ji aliyê cerdevanan ve hat derxitin bi xwe vemirî.  Lê di encma şewata derket de bi sedan dar bûn xwelî.   -Şewata ku li Çiyayê Cudiyê nêzî gundê Sîlopiya Şirnexê  ji aliyê cerdevanan ve hat derxitin bi xwe vemirî. Şewata ku hefteyekê berdewam kir û ji aliyê cerdevan û leşkeran ve destûr nehat dayîn bê vemirinadin bû sedem ku bi sedan dar bên şewitandin. Herwiha baxçeyên gundiyên nêzî cihê şewat lê derket jî bûn xwelî.