Kanên xîzê dibin sedema mirina zarokan 2018-07-19 09:20:43   ŞIRNEX - Kanên xîzê yên li ser çemê Dîcleyê ne û ligel bertekên gel nayên girtin, di du hefteyên dawî de 3 zarokî lê jiyana xwe ji dest da.   Çemê Dîcleyê yê Cizîra Şirnexê ji ber kanên xîzê  roj bi roj  ziwa dibe. Jiyana zindiyan dikeve xetereyê û tevî gazinc û gilîkirinan jî kan nayên girtin. Kanên xîzê yên ji bo rantê zirarê dide gelê herêmê, ne ruhsat û ne jî rapora wan ya ÇED’ê heye. Di du hefteyên dawî de ji ber gîrdabê sê zarokî jiyana xwe ji dest dan.   Ruhsat û rapora ÇED’ê tuneye   Wezareta Bajarvanî û Derdorê di 8’ê Kanûna 2007’an de di rojnameya fermî de îlan kir ku destûrên bikaranîn û vekirina kanên xîzê wê bi giştî bê betalkirin. Lê tevî 10 salên derbas bûye jî li ser Çemê Dîcleyê kan zêde bûn. Her wiha ne ruhsat û ne jî rapora ÇED’ê heye.   3 zarokan jiyana xwe ji dest dan   Ji ber kanên xîzê di çem de çal çê dibin. Her sal ji ber van çalan gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Sala borî 4 zarok ji ber van çalan mirin û îsal jî di du hefteyên dawî de sê zarokên bi navê Şahîn Akbaş, Baran Haykir (13) û Roşat Noyan yê 13 salî jiyana xwe ji dest dan.   Kampanyayên îmzeyan pêşî lê negirt   Rêxistinên civakên sivîl û ekolojîstan ji bo kanên xîzê bên girtin kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin lê vê pêşî li kanên xîzê negirtin.