‘Hemû têkoşîn nav hev de ne’ 2018-07-11 09:10:02   STENBOL - Sezen Ozkan li dijî texrîbatên ekolojiyê ku bi pergala serokatiyê re wê zêde bibe bang kir û wiha got: “Hemû têkoşîn nav hev de ne. Nirxa darekê ji azadiya jinê ya li kolanê ne serbixwetir e.”   Feraseta zîhniyeta serdest a mêr ku jin, xweza, zarok û her kesên ne ji xwe cuda dibîne, li hemû cîhanê rê li ber hilweşînên mezin vedike. Tirkiyeya ku rêveberiya ‘yek kesî’ ava dike dê hilweşînên mezintirin bi xwe re bîne. Parêzvana xweza û bajar, xwendekara Endezyariya Hawirdorê Sezen Ozkan  diyar kir ku polîtîkayên texrîbatên li ser ekolojiyê tên meşandin, li ser jin, civak û jiyana civakî jî tê meşandin. Sezenê daxuyakirin ku bi pergala serokatiyê re wê hilweşînek mezin dest pê bike û wiha got: “Bakurê Stenbolê bi 3’emîn projeya Balafirgehê û Projeya Kanal Stenbolê re wê texrîbatê zêdetir bike. Lê em ê dest ji têkoşînê bernedin.”   ‘Baxçeyê Botanîk dewrî diyanetê hat kirin’   Sezenê destnîşan kir ku yek ji bandorên herî mezin a texrîbatê îslama siyasî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Baxçeyê Botanîk a Alfred Heîlbronn dewrê Miftitiya Stenbolê hat kirin. Nebatên li baxçe wê bên tahliyekirin. Ev bandorên ewil ên li hember têkoşîna ekolojiyê ye.”   Sezenê da zanîn ku li baxçeyê Botanî ji 5 hezarî zêdetir cureyê nebatan heye û rakirina daran jî ne pêkan e.    Sezenê di dawiya axaftina xwe de got li dijî texrîbata ekolojiyê divê alternatîf bên afirandin û got: “Divê em nokteyek çareserkirina pirsgirêkan a topyekun bibînin.”