Şikeftên Heskêfê dikin otel! 2018-07-10 17:18:56   ÊLIH - Piştî biryara çêkirina Benda Ilısuyê ya li Heskêfê vê carê jî 10 şikeftin dîrokî yên serdema Helenistikê dê bibe otel.    10 şikeftên li gundê Uçyola Heskêfa Êlihê yên serdema Helenistikê wê bibe otel. Dê otel ji aliyê Ajansa Pêşvebirin a Dîcleyê, Îdareya Taybet a Êlihê û Qaymeqamiya Heskêfê bê çêkirin.    Tevî hemû bertekên parêzkarên der û dorê, rewşenbîr, hunermend û welatiyên li herêmê çêkirina benda Ilısuya li Heskêfê ber bi qedandinê ve diçe. Bi temambûyina benda Ilısuyê bajarê antîk ê Heskêfê dê di bin avê de bîmîne.