Qada darên Zeytûnan a li Çiyayê Hawarê dan ber agir 2018-07-08 16:05:31   EFRÎN - TSK û komên girêdayîxw wê, li Çiyayê Hawarê qada darên zeytûnan dan ber agir.   Hêza Çekdar a Tirk (TSK) û komên girêdayî wê piştî ku di 18'ê Adarê de ketin navenda Efrînê û dest bi talanê kirin karê xwe berdewam dikin.  Di çarçoveya vê talana ku tê kirin de li Çiyayê Hawarê yê ku 15 kîlometre dûrî Efrînê ye hêzên TSK'ê û komên girêdayî wan qada ku darên zeytûnan lê hebûn dan ber agir. Hat ragihandin ku şewat berdewam dike û vemirandina agirê ku bi darên zeytûnan ketiye jî tê astengkirin.   Herwiha çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li navenda Efrînê di navçer  komên çete û TSK'ê de jî rageşiyek heye û ji ber vê şer derketiye. Heman çavkaniyan diyar kir ku talan jî berdewam dike.