Li Bradostê bi deh hezaran qada daristanê bû xwelî 2018-07-08 12:05:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Bradostê bi deh hezaran qada daristanê bû xwelî.   Di encama bombebarên Hêza Çedar a Tirk (TSK)  yên li başûrê Kurdistanê de, li herêma Bradostê li Çiyayê Helkêla û Dêlyanê şewat derket. Ji ber şewata ku derket bi deh hezaran qada daristanê û li gundên bi ser Nawmêrgan û Helglan ê jî zeviyên çandiniyê hatin şewitîn.    Gundiyên ku xwestin agir vemirînin jî ji aliyê leşkerên tirk ve hatin astengkirin.