Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em mirov ne serdestên xwezayê ne 2018-06-21 12:48:59   ÎZMÎR - Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê, bal kişand ser pirsgirêkên ekolojiyê yên li Tirkiye û bi taybetî jî Îzmîr û wiha got: "Em ne serdestê xwezayê ne, xwza ne çavkaniyeke ku em ji bo xwe bi kar bînin û tune bikin e."   Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, derbarê krîza avhewayê ya kurevî û pirsgirêkên ekolojîk yê li îzmîrê de civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat lidarxistin de gelek nûnerên saziyên sivîl tevli bûn. Daxuyanî ji aliyê namzedê HDP'ê yê Îzmîrê Murat Çepnî ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pirsgirêkên hawîrdorê yên li Tirkiye û li Îzmîrê û hat diyarkirin ku ew di ferqa  van pirsgirêkan de ne û ev  tişt hat gotin: "HDP li dijî feraseta ku bajaran bê xweza dihêle, talan dike, projeyên çewt ên bajarbûn, êrîşên li dijî dîrok û çandê têkoşîna xwe berdewam dike."