Jin bi îradeya xwe aboriya xwe geş dikin 2018-06-14 10:43:53   KOBANÊ - Kooperatîfa Jinan a Kongreya Star a li Kobanê berhemên xwe yên çandiniyê, kom dikin.    Jinên Kobanê bi keda destên xwe aboriya xwe geş dikin û li ser piyên xwe dimînin. Kooperatîfa Jinan a Kongreya Star a li Kobanê di çarçoveya pêşketina aboriya jinê de berhemên xwe yên çandiniyê, kom dikin.    Endama Kooperatîfa Jinan a Kongreya Starê Guljîn Qadir derbarê pêşketina aboriya jinê de axivî û got:"Em wekî endamên Kongreya Starê hewl didin ku jin di warê aboriyê de xwe pêş bixin û li ser lingên xwe bisekinin. Ji bo pêşketina civakê azadiya jinê ya di aboriyê de girîng e. Loma em hem ji bo jinê hem jî ji bo civakê hewl didin."