Li hemberî qetilkirina bi hezaran daran 'sê tov'! 2018-06-12 09:02:02   Zeynep Durgut   BEDLÎS-Hikumeta AKP'ê li Kurdîstanê her roj destê xwe dirêjî xwezayê dike. Bi hilweşandina ekolojiyê dixwaze xwezayê bikuje.  Li gelek gundên girêdayî navçeya Tetwanê bi minesebeta ewlehiyê dar hatine birîn. Di heman demê de darên ku tên birîn tên firotin.    Hikûmeta AKP'ê bi hinceta ewlehiyê xwezaya Kurdîstanê têk dîbe. Li gundên girêdayî navçeya Tetwanê gundê Xînzorîk  Mezrê  Kotumê  darên wan tên birîn. Heyanî niha gelek caran operasyonên leşkerî li gundan hatine kirin û di heman demê de di demsala biharê de biryara qedexeya derketina kolanan hatiye dayîn.Gelê ku ji vê yekê ne razî ye gelek caran ji bo ku bi Waliyê Bedlîsê re hevdîtinan pêk bînin  serlêdan kirine. Lê daxwaza gel a hevdîtinê hatiye redkirin. Di heman demê de niştecihên heremê anîn  ziman ku Serokkomariyê wekî ku henekên xwe bi gundiyan bike zerfan dişîne û di zerfê de jî sê tovan dişîne.  Gundiyan bertek nîşanî vê helwestê dan û gotin ku ew ê di 24'ê hezîranê de bersivê bidîn vê hişmendiyê.    Her wiha welatiyên herêmê nêrazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ku piştî daran dibirin wan dibin û difiroşin û gotin ku dixwazin bi vê armancê wan bênefes bihêlin.