Dara bi qasî gelê Mexmûrê berxwedêr: Dara Zeytûnê 2018-06-11 09:02:25   MEXMÛR - Dara zeytûnê ya ku sembola aştiyê ye û heta berxwedana serdemê di gelek pêvajoyên dîrokê de cih girtiye ji bo gelê Mexmûrê jî bûye sembola hêz û berxwedanê.   Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li deşta Mexmûrê bi germ û toza xwe tê zanîn, şi gel wê avhewaya xwe ya çolê û pir germ jî gelek darên ku fêkiyên cuda cuda digihîn jî lê şîn dibin. Bi taybet darên mîna spêndar, tû, dîsa pirteqal, mişmiş, hêjîr, hinar û zeytûn ku her yek fêkiyên avhewayeke cudan ne lê şîn dibin. Ev darên fêkiyam tevî hewaya germ mîna gelê Mexmûrê li ber xwe didin û şîn dibin.   Herî zêde jî darên Zeyîtûnê yên di Berxwedana Serdemê de li hemberî êrîşan ji parêzvanên Efrînê re pelên xwe kirîn bendên parastinê, baş berhem didin. Ji bo tune nebin wekî Daristana Banyan riha xwe gihandiye her axê, heta deşta Mexmûrê jî hatiye. Her şaxê digihe axê bi xwe re daristanekê ava dike. Di dîrokê de her dem şaxên zeytûnan weke sembola aştiyê jî hatine dîtin û di pirtûkên pîroz de jî bi awayê pê sond tê xwarin derbas dibe. Dema mirov li nava wargehê digere, mirov dikare bibêje ku li ber deriyê her malekê darek zeytûnê heye.   Di germa Mexmûrê de zeytûn dara herî zêde berxwedêr e. Dema mirov li girîngiya şaxên zeytûnan ya dîrokê jî dinêre dibîne ji bo rawestandina şer bûye sembola aştiyê û bi pîroziya wê sond xwarine. Pir caran ji ber toz û germa zêde darên din zer dibin û hişk dibin, lê zeytûn weke çiyayan serhildêr dimîne û ji tu bablîsokan re serî danayne. Her dem pelên wê şîn û qet têk naçe.