Dermanê şekir û mîdeyê ye qesirmehmûd 2018-06-01 09:01:35   MEXMÛR - Giyayên xwezayî yên ji bo nexweşiyan tê bikaraîn cihekî taybet di jiyana mirovan de digire. Qesirmehûd jî yek ji van giyayan e û ji bo nexweşiya şekir û mîdê derman e.   Giyayên xwezayî yên ji bo nexweşiyan tê bikaraîn cihekî taybet di jiyana mirovan de digire. Qesirmehûd jî yek ji van giyayan e ku ji Çiyayê Mexmûrê tê komkirin û weke çayê tê vexwarin e.   Qesirmehmûd giyayek bênxweş e, kulîlka wê spî ye, pelên binî şînin, hinek dişibe catira zozanan. Bi tama xwe ya tehil tê zanîn. Dermanê nexweşiya şekir û mîdê ye. Ji bo paqijkirina mîdê tê bikaranîn. Her çendî ji ber tama wê ya tehil nexweş pir naxwazin bi kar bînin jî lê dema ku bi kar tînin  sûdeke baş jê digirin. Li gorî çanda deveran ya dermanên xwezayî awayê amadekirina wê jî tê guhertin. Li hinek deverên Bakur û Başurê Kurdistanê weke çayê tê kelandin û vexwarin, li rojava jî weke heban tê amade kirin û xwarin. Sudê wê hemane, lê awayê amadekirina wê cudaye.    Li gelek deverên Kurdistnê şîn dibe   Ev giyayê derman li gelek deverên Kurdistanê şîn dîbe. Yek ji wan deveran jî Çiyayê Mexmûr e. Qesirmehmûd dawiya buharê digihê û tê komkirin, lê ji  niha de welatî diçin komkirina vî giyayî. Giya piştî ku tê komkirin li ber tavê tê hişkirin û piştre radikin. Her dema bixwazin li ber destan amadeye û piştî ku mirov di çaydên de kelekê didê ava wê diparzine û vedixwe.   'Beriya xwarinê tê vexwarin'   Piranî ev dermanên şifayê bi destê jinan tên amadekirin. Ji jinên Mexmûrê Momin Talî ya bi nexweşiya şekir ketiye, diyar kir ku tenê dermanê wê qesirmehmûd e û wiha domand: "Bi min re hem nexweşiya şekir, hem jî nexweşiya mîdê heye. Ev demeke li nexweşxaneyan digerim, lê tiştek weke qesirmehmûdê ji bo min baş nîne. Ez bi xwe nikarim biçim kom bikim, cîranên me ji bo min û xwe kom dikin. Ez dixim nava çaydan piştî keleke bi qasî pênç deqeyan, piştî sar bû bi qasî şûşeyeke ya çayvê vedixwim. Bi taybet beriya xwarinê tê bikaranîn."