Gelê gund ber bi kana ku jahrê belav dikev meşiya 2018-05-27 12:02:32   MÊRDÎN - Jinên ku li herêma Îstasyonê ya Qoserê dijîn, Meşiyan kana kilsê ya aîdê Nuhogluyê ku berî bi du rojan me nûçeya wê çêkiribû. Bendemayîna gundiyan berdewam dike.   Jinên li herêma Îstasyonê ya Qosera Mêrdîn, ber bi kana kilsê ya aîdê Nuhoglu ya 7 kîlometreyan dûrî naçeyê ku me berî bi du rojan nûçeya wê çêkiribû ve meşiyan. Gundyên ku di pêşengiya jinan de bi çoyên destên xwe  meşiyan kanê ya jiyana wan tehdît dike, diyar kirin ku ji ber fîltre li kanê nehatiye bicihkirin  3 roj in nikarin li mala xwe bîhînê bigirin.    Gundiyan diyar kir ku wan berê jî ji ber nebikaranîna fîltreyê nikaribûna ji ber toz û dûxanê li mala xwe bi rehetî bîhnê bigirin.