Şîrketa madenê wê 5 gund û daran tune bike 2018-05-27 09:58:11   MÊRDÎN-Qadên gundê Karataş yê girêdayê Şemrexa Mêrdînê ji ber madenê tên tunekirin. Li gundiyan tê ferzkirin ku xaniyên xwe vala bikin.   Ji ber madena fosfatê ya aydê Etî Bakir A.Ş ya li Şemrexa Mêrdînê, mêrg, dar û erdên gundê Karataşê tên tunekirin.  Sala borî di meha Tîrmehê de piştî taybetkirina madenê ket destê Cengîz Holdîngê û piştre teblîgata ‘gund vala bikin’ şandin ji gundiyan re. Hat gotin ku bi teblîgat biryara îstîmlakê ya sala 1975’an  hatiye şandin û gel jî li dijî biryarê li  ber xwe dide.   Ji erdên gundiyan dest pê kirin   Piştî biryarê şûnde  madenê mêrg û qadên din yên gel dagir kirin û gel li dijî vê serî li riyên hiqûqî dabû. Gundiyên li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê doz vekirin, ji bo biryar bê sekiandin daxwaz kirin.    Ji bo madenê qad hat berfirehkirin û beyî ku biryara dadgehê ya ji bo erdên gundiyan, şîrketê erd dagir kirin. Di biryara tahliyeyê de ne tenê gundê Karataşê ya 400 malî, wê bandor li 5 gundên din jî bibe. welatiyan diyar kirin ku ew ji niha de zehmetiyan dikşînin û av kêm bûye.   Her wiha gundiyan bi lêv kir ku wê qada daristanê jî tune bibe.