Kana kirêcê Qoserê tehdîd dike: Nexweşên astimê zêde bûne 2018-05-25 09:05:34       MÊRDÎN - Kana kirêcê ya li ser riya Qoserê ye, hem tenduristiya gel û hem jî xwezayê tehdîd dike. Sevîm Aburşu got ev sê sale kan bê fîltre dixebite û wiha got: “Toz û dumana ji kanê tê, rê li ber nexweşiya astimê vedike.”   Kana kirêcê ya ji aliyê Nuhoglu Kireç A.Ş ve ev 6 sale tê xebitandin li ser riya Qoserê cih digire. Kan mirovan, xwezayê û zindiyan tehdîd dike. Çiyayê xebat lê tê kirin hemû hatiye parçekirin û zinarên çêbûne jî jiyana karkeran û rêwiyan dike xeterê. Kana ku nayê zanîn çend sal îhala wê heye, zirarek mezin dide welatiyên gundên Îstasyonê.  Welatiyan got ji ber dumanê nikarin bîhna xwe bigirin û divê demildest çareserî bê dîtin.   ‘Sê sale bê fîltre tê xebitandin’   Sevîm Aburşu ya li herêma Îstasyonê ya nêzî karê rûdine got ev sê sale kan bê fîltre dixebite û ji ber fîltre nayê bicihkirin dûman hemû li gundê wan belav dibe. Sevîmê wiha got: “Ev 5-6 sale fabrîka li vir heye. Gelek zirarê dide me. Bi taybet ev sê sale nexwşiya astimê zêde bûye. Em bi êvaran nikarin derkevin derve. Em nikarin xaliyên xwe jî bişon. Hundirê mala me tije duman dibe.”   ‘Serlêdan bê encam dimînin’   Sevîmê daxuyakirin ku wan serî li her derê dane lê encamek negirtine û wiha bi lêv kir: “Ez nexweşa astimê me. Ev du sale ji ber vê dumanê girantir bûye. Piranî zarokên gund niha nexweşên astimê ne. Zarok dema diçin dibistanê devê xwe digirin. Hemû gundî bi gazinc in. Xwendiyê şîrketê Şakîr Nuhoglu ji bo ‘xêrê’ mizgeft li navendê çêkiriye. Lê nikare filtreyekê li kanê bide.  Em ê li dijî vê têbikoşin.”