Li Mêrdînê bi kerên ku birînê wan hene çopê bar dikin 2018-05-07 09:03:03   MÊRDÎNÊ - Li Mêrdînê îsal sezona turîzmê zû hat vekirin û barê Mêrdînê jî hîna ker dikişînin.  Îstîsmara li ser kerên ku ji wan re dibêjin kadro ne jî tê rewakirin û ji bo gelaşa li kolanan  çareseriyek nayê dîtin.   Mêrdîna ku bi dîrok, ziman, ol û çandên xwe li cîhanê navenedek pir girîng e, li kuçeyên wê yên teng û bi pêlek bi salane kar û barê paqijiyê û berhevkirina gelaşê li ser pişta keran tê  kişandin.  Peywirdarên paqijiyê bi alîkariya 48 keran kolanan paqij dikin. karkerên taşeraon ku hemû karên paqijiyê wirdarin hem ji şert û mercên xebatê û hem jî ji zor û zehmetiya ku ker dikşînin gazinan dikin. Karkerên taşeron bi paqijiyê re ji lênerîna keran bigirin heta çêkirina cilên keran berpisiyarin.   Karkerên taşeron yên her roj sibehê saet di 06.00’an de radibin,  çop û axur jî têde hemû karî dikin  nikarin ji şaredariyê re daxwaznameyekê jî binivîsin.   Ker di nav birînan de mane   Peywirdarekî ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku li  keran bi awayekî baş nayê mêzekirin û ji ber tên xebitandin zehmetiyan dikşîn û got: “Di lingê gelek keran de pirsgirêk heye.  Veterîner mehê carê tê.  Ker di nav birînan de dixebitin. Bi vî awayî em jî zehmetiyan dikşînin.”   Şaredariya ku ji bo keran dibêje ker ‘bi qedro’ û bi vê sempatiyê ava dike, ne tenduristiya keran ne jî hewcedariyên wan yên rojane pêk tîne. Kerên li kolanan gelaşê kom dikin, mirovek jî li wan siwar dibe.