Sûrên Amedê yên 7 hezar salî bi hilweşînê re rû bi rû ne 2018-05-05 09:05:34   AMED - Sûrên dîrokî yên 7 hezar salî yên Amedê ku di pêvajoya qedexeya derketina derve de texrîbatek mezin dît, bi vê sînor nemaye û bi çopê jî tê texrîbkirin.   Li Kurdistanê bajarên dîrokî û berhemên ku xwedî paşerojeke hezaran salane, her yek ne tenê navendên turîzmê, mîrateya hevpar û hişê gelane. Di salên dawî de Heskîf, Munzur bi projeyên bendavan tên tunekirin û Sûrên Amedê yên xwedî paşerojeke 7 hezal salîne jî, texrîbata herî mezin di qedexeya derketina derve de bi çekên giran jiya. Nokteyên polîsan ên li deriyên dîrokî û bariyer estetîka Sûran xera dike û bêguman ev bi vê sînor nîne.   Di dema Şardariya DBP’ê ya Amedê û Şardariya Sûrê ya DBP’ê de  Sûr hatin tamîrkirin û di 2014’an de Sûr û baxçeyên Hewselê ketin mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê. Lê piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê bû şûnde Sûr veguherîn hêlîna çop û nivîsên dîwaran. Seranserê  Sûran bi nivîsan hatiye nivîsandin û di hundirê wan de jî agir tê pêxistin