Bêrîvanan bertek nîşanî qedexeya zozanan da 2018-05-03 09:14:49   Dîlan Babat   COLEMÊRG - Li Şemzînanê bi hatina biharê re jinên xwezayê hembêz dikin bertek nîşanî qedexeyên zozanan dan û gotin: “Em parçeyên van çiyan û zozanan  e. Yên qerekol li zozanên me çêkirine bila qedexe û qerekolên xwe bigirin û me rehet berdin.”   Zozanên  nêzî gundê Sîrînus a Şemzîzan a Colemêrgê, piştî zivistanê bi biharê de xwe bi hezar rengên keskahî dixemilîne. Jinên berê xwe didin zozanan qedexeyên hatine îlankirin jî nas nakin.  Jin li aliyekî sewalan diçêrînin li aliyê din jî nebatên bi şifa kom dikin.   Esma Tore ya ev 30 sale bêrîvaniyê dike ev du sale ji ber qedexeyan ji pezê xwe fêdeyê nagire. Esmayê wiha berdewam kir: “Ji ber pirsgirêka debarê gelek kesî malên xwe terk kirin û çûn.  Di vir de para qedexeyan pir zêde ye. Zozanên me li me qedexe dikin. Ev me gelek xemgîn dike. Ez hewl didim pez li zozanên herî nêz biçêrînim.  Niha li gelek cihên gundê me qerekolan ava dikin. Em hinek dur bikevin wê me bikujin.”   ‘Dixwazin me ji jiyana gund qût bikin’   Esmayê bi lêv kir ku tevî li gund nifûsek kêm heye jî di nav jiyanek kolektîf de ne û wiha got: “Dewlet ji bo vê jiyanê bidawî bike zozan qedexe kir.  Gelek tiştên ji jiyana gund bê vegotin heye. Jin-mêr her kes di karê kolektîf de ne. îro ez karekî bikim hevjînê min jî karekî din dike. ne tenê li mala min li her derê gund ev derbasdare. Lê ev du sale zozanên me tên qedexekirin.   Zeynep Tore jî bertek nîşanê qedexeyan da û got bi biharê re xweza nû dibe û ji ber qedexeyên zozanan çavkaniya debarê têk çûye û got bila dest ji zozanên wan berdin.