Gola Sihkê ji ber sersariya rayedaran jahrê belav dike! 2018-05-01 09:06:45   Zeynep Durgut    WAN-Gola Sihkê ku li taxa Bostaniçiyê ye ji ber gelaşa ku lê tê valakirin jahrê belav dike. Niştecihên taxê nêrazîbûn nîşanî sersariya rayedaran dan û gotin ku divê gola wan bê paqijkirin û parastin.    Bajarê Wanê yê ku bi golên lê ne navdar e û 9 golên cuda lê hene yek ji van golan jî Gola Sihkê ya li taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê ye.  Gola ku li navenda navçeyê ye û terkî qedera xwe hatiye kirin, di sala 1979'an de ji aliyê ermeniyan ve  bi  armanca jê avdan bê kirin hatiye avakirin.  Gola ku berê jê av dihat vexwarin ji ber sersariya rayedaran, bermahî û gelaşa ku lê tê valakirin ji bo hemû zindîweran di roja me ya îro de talûkeyê belav dike.  Her wiha gol ji ber ku derdora wê nehatiye parastin dibe sedema mirinê jî û heta niha herî kêm 3 zarok ji ber ku ketine golê jiyana xwe ji dest dane. Welatiyên navçeyê ku bertek nîşanî sersariya rayedaran dan xwestin ku tişta pêwist ji bo golê bê kirin.   Welatiyên taxê ku ji golê sud digirtin niha neçar in   Ji ber gelaş û bermahiyên ku li derdora golê tên valakirin û dikevin golê ava golê vediguherînin jahrê  û bi vî awayî pêşî li nexweşiyan tê vekriin. Ava golê ku berê welatiyan dikaribû ji bo vexwarinê bi kar bianîna û ji bo pê pez û bexçeyên xwe av bidana bi qirêjkirina golê re êdî bi tu awayî nema dikare bê bikaranîn û welatiyên li derdora golê dijîn bi her awayî dixe zorê.  Li gel ku derbarê qirêjiya golê de gelek nûçe hatine çêkirin jî  ji aliyê şaredariya bajêr ve bi tu awayî gav nehatiye avêtin û ji bo paqijkirina golê û parastina wê neketiye nav hewldanan.   Lewheya hişyariyê fêde nake   Balkêş e  gola ku derdorê wê bi tu awayî nehatiye parastin, lewheya  ‘Ketina golê  û nêçîrvanî talûke û qedexe ye’ li pêşiya golê hatiye danîn.  Welatiyên ku bertek nîşanî sersariya rayedaran dan, diyar kirin ku wan berê bi her awayî ji golê sûd digirtin û gotin ku niha  ji ber  ku gol nayê parastin ava wê pêşiya nexweşiyan vedike û bang li rayedaran kirin ku  derdora golê biparêzin, bi lez golê paqij bikin û çareseriyêkî bibînin.