Şahida Fukuşîma Masumî: Bila Mersîn û Sînop jî hişk nebin 2018-04-30 09:10:07   Evrîm Kepenek   STENBOL - Masumî Kowata ku piştî qezaya nukleerê ya Fukuşîmayê jiyana wê guherî, diyar kir ku ji bo li Sînop û Akkuyuyê santrala nuklerê bê çêkirin wê rayedar her cureyê derewan bike û got: “Ev herêm jî dibe ku wek herêmên me hişk bibin. Tu car destûr nedin ku bila we nexapînin.”   Li eyaleta Fukuşîma ya Japonyayê di Adara 2010’an de  karaseta nuklerê hat jiyîn û yek ji şahidê karasetê Masumî Kowata ye. Masumî ji bo tevlî bernameyên 32’emîn salvegera karaseta Çernobîlê bibe hat Tirkiyeyê. Masumî da xuyakirin ku beriya karasetê jî li dijî nuklerê têkoşîn meşandiye û got piştî qezayê şûnde jiyana wan her tim di fikaran de derbas bûye.   ‘Hîna qirêjiya radyoaktîf heye’   Masumî ku beriya karaseta nuklerê cotkarî dikir û bi şev jî di etuta avakiribû de ders dida diyar dike ku piştî karasetê hemû jiyana wê guheriye û got: “Axa ku me birinc û sebze lê diçand hişk bû. Heta mirov nikarin nêz bibin. Rayedaran bang kirin ku paqijî kirine û biçin herêmê. Lê ev gotin baweriyê nadin me. Ji ber her tişt li holê ye. Li herêmê hîna qirêjiya radyasyonê heye.”   ‘Tecrubeyek bi xof’   Masumî got her tim bi pirsgirêka radyasyonê re hatine rû hev û got ev tecrubeyek gelek bi xof e û ev tişt anî ziman: “Rayedarên wir jî wek rayedarên Tirkiyeyê mirovan îqnayê vexwarina çay û avê dikin. Lê kes bawer nake. Tu car bawer nekin. Rayedar ji bo santrala nuklerê çêbikin serî li her rê didin.  Tu car destûr nedin ku bila we nexapînin. Bila Akkuyu û Sînop jî hişk nebe.”