Bereketa xwezayê di tûrikê jinan de ye 2018-04-28 09:08:02   Medîne Mamedoglu   AMED - Berhevkirina nebatên bi şifa, yek ji parçeyên jiyana komunal a jina ye. Bi hatina biharê re jinên Farqînê derketin çiyan û çolan, bi hev re nebatên bi şifa kom dikin.   Bi barana biharê re li çiyan û çayiran pincar, catrî, kereng, ribêz, gulik, rêbaz û bi dehan cureyên din yên nebatan sifreyên Farqîniyan dixemilîne. Jinên herî zêde krîza aborî dijîn, ev nebat dibin çavkaniya debara wan. Kader Ayhanli ku bi jinên gund re li çiyan pincarê kom dike wiha dibêje: "Em her sal vê dikin. Di biharê re em pincar kom dikin. Ne tenê pincar em cartî û nebatên din jî kom dikin. Bi dehan cureyên din ên ji nexweşiyan re şifa ye em kom dikin. Em ji hemû vîtamînên xwezayê fêdeyê digirin. Em hinekan dipijirînin û hinekan jî xavî dixwin."   ‘Em bi hemû jinan re kom dikin’   Kaderê bi lêv kir ku ev parçeyek jiyana komunal e û wiha pê de çû: “Em hemû jinên gund bi hev re diçin. Jinên gundên din jî tên. Em tên cem hev, hem bîhna me fireh dibe û hem jî karê xwe dikin. Em ji hev re dibin alîkar.”