Wê ji bo Heskîf û Sûrê li 20 welatî çalakî pêk bên 2018-04-25 09:04:10   Şehrîban Aslan   AMED - Platforma Ji Hilweşîna Sûrê re Na, li dijî hilweşîna li hember Sûr û Heskîfê wê di serî de li Kurdistanê bi giştî li 20 welatî çalakiyan pêk bîne. Berdevka Platformê Buşra Cîzrelîogullari bang li hemû kesên bi hestiyar kir ku di 28’ê Nîsanê de piştgiriyê bidin wan.   Li Kurdistanê hilweşîn û talan didome û Heskîf bi dînamîtan hat teqandin.  Li Sûrê jî piştî qedexeyên derketina derve hilweşîn didome.  Platforma Ji Hilweşîna Sûrê re Na  wê di 28’ê Nîsanê de li Amed û Êlihê û bi giştî li 20 welatî çalakiyan pêk bîne.   ‘Tax hatin talankirin’   Berdevka Platformê Buşra Cîzrelîogullari wiha got: “Beriya vê jixwe 6 taxên Sûrê hatin talankirin. Piştî vê du taxên din jî hatin hilweşandin. Beriya pêvajoya pevçûnê bi hinceta veguhestina bajarvaniyê hilweşîn pêk hat. Hema hema hemûyê taxa Alîpaşa û Lalebey jî ji sedî 5 hat hilweşandin. Niha projeyên nû li van qadan dest pê kirine.”   ‘Ji Sûrê derneketin’   Buşrayê di berdewamiyê de  bi lêv kir ku pirsgirêkên welatiyên nehatiye çareserkirin û di pêvajoyê de divê têkoşîn biguhere. Buşrayê wiha got: “Demekê li taxê hilweşînek çalak hebû. Em ji bo wê demê neçar bûn li taxê bûna.  Ji ber em bi welatiyan re berxwe dan. Pêvajoyên din welatî neçar man derkevin. Lê zêde neçûn dûr.  Ji Sûrê qut nebûn.”   ‘Daxwaza me rewa ye’   Buşrayê da zanîn ku daxwaza wan pir rewa ye û got tunekirina dîrok û bajarekî mijara gotinê ye û bi awayekî cidî binpêkirina mafan tê jiyîn û bi rojnamegeran re şahidiya vê pêvajoyê kirine. Buşrayê bi lêv kir ku ji ber vê heta bi ser bikevin wê berdewam bikin.    ‘Wê li gelek navendan çalakî pêk bên’   Buşrayê derbarê planên 28’ê Nîsanê de jî agahî dan û got: “Di serî de Ewropa, Amerîka, Tirkiye û Kurdistan jî tê de li 20 welatî em çalakiyan plan dikin. Em çalakiyên li Amed, Wan, Mersîn, Dêrsîm, Colemêrg û Êlihê rêxistin dikin.  Du nokteyên me yên sereke Heskîf û Sûr e.  Li Amedê saet di 12.00'an de li ber Mizgefta Mezin em ê daxuyaniyê bidin û em ê roja xwe li taxê derbas bikin.”