Şardariya AKP’ê cotkar mahkumî ava kanalîzasyonê kirin 2018-04-24 09:37:12   Gulîstan Azak   MELETÎ - Tevî şaredariya Yeşîlyurt û parlamenerên AKP’ê  çem paqijkirin, ava kanalîzasyonê tevlî dibe,  Welatî hilberîna mişmiş, fêkî û sebze dikin û neçar dimînin vê avê bi kar bînin û hilberîna van welatiyan jî li hemû welat belav dibe.   Li navçeya Yeşîlyurt a Meletiyê çemê di taxan re derbas dibe roj bi roj bêhtir xetereyê belav dike. Hat diyarkirin ku ava kanalîzasyonê çem qirêj dike û ev av bandorek mezin li ser hilberînên baxçeyan dike. Welatiyan betek nîşanê şaredarî û parlamenterên AKP’ê dan û gotin ‘ka li ku derê ne?’   Jina bi navê emîne Koşar ya 45 salî kanala ku ava kanalîzasyonê tevlî bûye nîşan da û got: “Hemû berhemên me neçarî vê ava qirêj mane.  Em nikarin avê bidin baxçeyê xwe. Lê em ji neçarî sebze û fêkiyên xwe av didin. Cotkar tên mexdurkirin û yên din jî li qesra xwe rudinin.”   ‘Zarok nexweş ketin’   Îlknur Koşar ya 22 salî jî  bertek nîşanî şaredariyê da û wiha pê de çû: “Çem ji qirêjiyê nayê dîtin. Zarok ji ber vê nexweş ketin. Tenduristiya me di xetereyê de ye. Divê pirsgirêka avdanê demildest bê çareserkirin.  Yên ku gotin ew ê çareser bikin îro li koltixên xwe runiştine.”   Zeynep Ozdemîr jî got sebze û fêkiyên wan li seranserê welat belav dibe û got ji ber vê jî tenduristiya welat di bin xetereyê de ye û got yên pesnê mişmişên Meletiyê didin nikarin vê rastiyê ji nedîtîve bên.   Emîne Îzcî  ya 68 salî jî got çemê ku ava kanalîzasyonê tevlî bûye, bîhna nebaş li hemû navçeyê belav dike û got ne xema şaredariyê ye.