‘Çanda berê li ber çavên me tê tunekirin’ 2018-04-22 09:02:23   Rojda Aydin   AMED - Jina bi navê Efîfe Gunduz ku ji eslê xwe ji gundê Girbiloka yê navçeya Farqîna Amedê ye û hîn jî li gund dijî ji me re behsa jiyana berê û çanda berê kir. Efîfeyê anî ziman ku çanda berê her çiqasî zehmet be jî wateya çanda berê cuda ye.   Jina bi navê Efîfe Gunduz ku ji eslê xwe ji gûndê Girbiloka yê navçeya Farqîna Amedê ye û hîn jî li gund dijî ji me re behsa jiyana berê û çanda berê kir. Efîfeyê anî ziman ku çanda berê her çiqasî zehmet be jî wateya çanda berê cuda ye. Efîfeyê got ku çanda berê êdî tuneye.   Efîfe di destpêka axaftina xwe de  got ku jiyana berê gelek zehmet bûye, wan berê di erdan de nok, nîsk, zebeş, petêx û tiştên her wekî din diçinîn û wiha got: “Jiyana berê gelek zehmet bû, wextê me ji ber ku em di zeviyan de dixebitîn zû û bi wate derbas dibû. Ji ber jiyana zehmet û ji ber van karan me dem nedidît ku em li zarokên xwe baş binêrin. Lê di dema niha de hîn ku zarok nû di zikê dayika xwe de ye diçin nexweşxaneyan heta ku ew zarok tê cihanê. Berê nexweşxane tunebû û hebûya jî em nediçûn. Lê me di malê de, bi rêya tiştên xwezayî derman çê dikir û  zarokên xwe dinêrî. Jiyana berê her çiqasî zehmetbûya jî  pir xweş bû. Her rojek berê ji bo me taybet bû. Di demên berê de nexweşî tunebû û tu cihê mirovan nediêşiya. Niha her tişt êdî ne wek berê ye, hemû tişt hêsan bûye û êdî zehmetiya nakişînin. Lê belê dil nerehet e.”   ‘Dermanê Kurmancî’   Efîfe di berdewamiya axaftina xwe de got ku wan berê dermanê xwezayî çê dikir û ji dermanê xwezayî re gotine ‘dermanê kurmancî’ û wiha pêl da axaftina xwe: “Dermanê xwazayî ji bo me tê wateya ‘Dermanê Kurmancî’. Dema me dermanên kurmancî çê dikir nexweşî tunebû. Mesela di çanda berê de dema nexweşî çê dibûn em diçûn li gel kesên zana û hekîman dipirsîn ji bo nexweşî çi baş e. Wê demê dermanê xwezayî ji dermanê bijîşkan baştir bû û dermanên xwezayî hîn jî baş e. Dermanên ku bijîşk didin nexwaşan her ku diçe kesên nexweş girantir dibin.”   ‘Dixwazim çanda me ya berê berdewam bike’   Efîfe di dirêjiya axaftina xwe de got ku di demên berê de ceyran, televîzyon, radyo, telefon tunebûne û ev tişt got: “Di demên berê de civak dihate gel hev û ji hev re xeberoşkan digotin. Civaka ku dihat gel hev kesên ku dengê wan xweş bû stran digot û dengbêjî dikirin. Her wiha civakê tim ji hev re çîrokên cuda digotin, heta derengiya şevê. Serê sibehê zû radibûn û diçûn kar. Em berê her êvarê wiha dihatin li gel hev û me ji hev re çîrok, stran digot. Her wiha berê kesên ku zanibûn erbane û sazê bidin, lê didan. Min ne kilam û ne jî kewroşk dizanibû. Min bi tenê guhê xwe dida wan û min li wan guhdar dikir. Ez niha çîrok û destanên ku fêr bûme ji zarokên xwe re dibêjim, bi vî hawî dixwazim çanda me ya berê berdewam bike.”   ‘Jinan hemû tişt bi destên xwe çê dikir’   Efîfeyê bi lêv kir ku wan genim di erdan de diçinî û bi genim sawar, ard çê dikirin û wiha pê de çû: “Me berê genim di erdan de şîn dikir û dema mezin dibû jin û mêran bi hev re diçûn genim kom dikir. Piştre ji bo sawarê jina genim vediqetand û dikeland. Piştre ew genimê hişk dikir û dikir sawar. Piştre jinan bi destar genim dikirin ard. Dema jin dipijandin bêhna nan derdorê digirt, dema jin sawarê çêbikirina tama wê pir xweş dibû. Lê niha tu dema nan tê pijandin bênh tuneye, êdî sawar bi desta nayê çêkirin û ji marketan tê kirîn. Berê genim nedihat dermankirin, lê niha genim tê dermankirin. Jina hemû tiştan bi destên xwe çê dikir.”   ‘Di jiyana niha de hemû tişt amade ne’   Efîfe di domandina axaftina xwe de got ku di çanda niha de hemû tişt amade ne û li marketan tên firotin, bi desta nayê çêkirin û wiha dewam kir: “Di çanda niha de hemû tişt li marketan  tên kirîn. Di dema niha de genim bi motorê tê çinîn. Lê berê cotê gamêşan hebû. Berê bi gamêşan dema tişt dihatin çandin kêm dihat çandin lê hemû jî gelek baş bû. Niha bi motorê gelek zêde zevî tên çinîn. Mirov dikare bibêje ku jiyana niha gelek hêsan e. Ji ber ku jiyana berê gelek gelek zehmet bû. Di jiyana niha de hemû tiş amade ne.”   ‘Divê mirov wê demê bijî’   Efîfe di dawiya axaftina xwe de got ku ger yek jê bipirse çanda berê, an çanda niha baş e, ew ê bibêje ku çanda berê baştir bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku di çanda berê de nexweşî tunebû, hemû tişt bi destên jinan dihat çêkirin. Wateya jiyana berê cuda ye. Mirov nikare bi devkî bibêje. Divê mirov wê demê bijî, ancax mirov çanda berê fam bike. Her wiha jiyana gund gelek cuda ye, dema ku ez carna diçim bajêr mirov dibêje qey di girtîgehê de me.  Çanda berê êdî winda bû. Xwezî çanda berê. Gotina min ew e ku hemû civak xwedî çanda xwe ya berê derkevin. Ez dixwazim ku çanda berê niha jî bê jiyîn. Ji ber ku çanda berê li ber çavên me tê tunekirin.”