Platforma Parastina Hewslê: Wê dîrok nîşan bide ku pêdiviya kê bi islahê heye 2018-04-19 13:28:09   AMED - Platforma Parastina Hewselê bertek nîşanî xebatên ku li Geliyê Dîcleyê ji aliyê DSÎ'yê di bin navê "Islahê" de tên kirin da ugot, "Wê dîrok nîşan bide ku pêdiviya kê bi islahê heye."     Platforma Parastina Hewselê derbarê xebatên DSÎ'yê ku li Geliyê Dîcleyê di bin navê "Islahê" de dike civîna çapemeniyê li dar xist. Di Civîna ku lli Odeya Avahîsazan a Amedê pêk hat de Aktîvîstên Komeleya Ekolojiyê, hevparên KESK'ê, Akademîsyen Zekî Kanay û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevli bûn.  Daxuyanî ji aliyê Necdet Sezgîn ê ku endamê Platforma Parastina Hewselê ye ve hat xwendin û wiha hat gotin; "Wê dîrok nîşanî me bide ku pêdiviya kê bi islahê heye."   'Polîtîkayên şaş tên pêkanîn'   Necdet girîngiya Baxçeyên Hewselê ji bo Amedê bi bîr xit û wiha got: "Baxçeyên hewselê di demên berê de pêdiviya gelê amade ya sebze û meywe pêşwazî dikir. Lê bi taybetî piştî polîtîkayên şaş ên li dijî Baxçeyên Hewselê ku di sala 2002'yan de hatin pêşxistin Hewselê zerarek mezin dît.  Di rojên dawîn DSÎ li Çemê Dîlcleyê xebatên ku hevsengiya çem diguherin dike û ev jî li ser daxwaza wezaretê tê kirin."   'Wê xwezaya çem biguherin'   Necdet anî ziman ku xebatên peymanên navneteweyî binpê dikin li Çemê Dîcleyê tên kirin û ev jî nayê qebûlkirin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Avahîsazên vê projeya çewt ku bêyî agahiya gel ev proje pêş xistine  wê hesap bidin nivşê bê.  Pêdiviya Dîcleyê bi vê "Islahê" tune ye pêdiviya kesên ku xwezaye çem diguherin bi ilsahê heye."