Prof.Dr. Beyza Ustun: Tirkiye wê vegere sergoyê radyoaktîfê 2018-04-19 09:11:51   Evrîm Kepenek   STENBOL - Prof Dr. Beyza Ustun a li dijî Santrala Nuklera Akkuyu ku yekem santrala nuklerê ya Tirkiyeyê ye berxwedanê dimeşîne, diyar kir ku wê bi santralên nuklerê Tirkiye veguhere sergoyê radyoaktîfê. Beyzayê bi lêv kir ku wê gel li dijî santralên nuklerê têbikoşe.   Yekemîn santrala nuklerê ya Tirkiyeyê, hîmê wê di 3'ê Nîsanê de ji aliyê  Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Putîn ve hatibû avêtin. Tê plankirin ku yekem unîteya santrala nuklerê ya li navçeya Akkuyu ya Mersînê di 2023'an de bikeve dewrê. Derbarê mijarê de parlamentera berê ya HDP'ê û endama Komîsyoan Ekolojiyê ya HDP'ê Prof Dr. Beyza Ustun nirxandin kirin û  destnîşan kir ku wê bi santrala nuklerê re hemû jiyan tune bibe.   Beyzayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku israra Tirkiyeyê ya di çêkirina santrala nuklerê de ev e ku  rêzdariya bi şerê Rojhilata Navîn re winda kiriye ji nû ve qezenc bike û vê jî li ser sermayê dike û ev jî bi dilê Rûsyayê ye. Beyzayê  krîza aborî û kapîtal a li hemû cîhanê di 2008'an de dest pêkiriye hewl tê dayîn ku bi projeyên veguhestina bajarî bê çareserkirin û ev proje jî hema hema li her bajarê Tirkiyeyê pêk tê.   'Tirkiye wê veguhere sergoyê nuklerê'   Beyzayê anî ziman ku hewcedariya Tirkiyeyê bi enerjiyê tuneye û got a girîng ev e ku pêşî li bikaranîna ceyrana winda û kaçax bê girtin. Beyzayê her wiha da zanîn ku bi înşakirina santrala li Mersînê re wê Tirkiye veguhere sergoyê nuklerê.   'Azîz Sancar aliyê desthilatdariyê tercîh kir'   Beyzayê di berdewamiyê de balkişand ser raporên ÇED'ê û got kêm be jî van raporan pêşî li şîrketan girtiye û wiha pê de çû: "Rêbazên hiqûqî û biryarên wezareta hawirdorê jî ev rewş ji holê rakirine. Tirkiye di bin tehdîdek cidî de ye. Azîz Sancar di reklamên santrala nuklerê de lîst. Komek zanist ji bo civakê dixebitin komek jî ji bo serdestan.  Azîz Sancar jî bi vî awayî riya xwe tercih kir. Ez vê pir balkêş nabînim. Her wiha zarokên biçûk jî di wan reklaman de lîstin. Ev jî ne etîk e. Ji ber ku heger wan zarokana zirarên nukleerê bizaniban dê di lîstina wan reklaman de cih negirtina. Lê wê ev gel li dijî nuklerê her tim têbikoşin."