‘Hilberîna şaş û ziblê kimyewî axê qels dike’ 2018-04-16 09:06:47   Duygu Cînîvîz/Rojda Aydin   AMED - Şîrîn Gul Dalkuş ax wek ‘vegera li xwezayê’ bi nav kir û got ziblê kîmyewî axê qels dike û di vê mijarê de hişyarî kir.   Şîrîn Gul Dalkuş ku li navçeya Farqîn a Amedê li ser hilberîna çandininiya organîk kargeh vekiriye  hedef dike ku axê ji ziblê  kîmyewî paqij bike û dewlemendiya axê ji nû ve zêde bike.  Şîrînê eleqeya xwe ya bi xwezayê re  bi gotinên wekê ‘Vegera mirovan a xwezayê, vegera pergala ekolojîk’ vegot û diyar kir ku bi hişmendiya ekolojîk re dema ax û nebat bên cem hev, kêfxweşiyê didin mirovan.    ‘Ax bi madeyên kîmyewî fetisî’   Şîrînê bi lêv kir ku bi rêbazên kîmyevî zibilkirina axê dewlemendiya axê kêm dike û wiha got: “Dema ax bi ziblê kîmyewî bê bê zilbilkirin ew hilberîn wê ne organîk be. Di vî alî de dewlet hilberîna organîk teşwîk nake. Bi salane dewletê der barê hilberîna kîmyewî de teşwîq kir û vê jî ax fetisandiye.”   ‘Çandiniya organîk ji tov dest pê dike’   Şîrînê di berdewamiyê de destnîşan kri ku hilberîna organîn axê xurt dike û wiha got: “Organîkbûn fêdeya wê wihaye; ji tovê hun davêjin heta tê ser sifreya we xelekek heye. Ev rewş di alî Ewropayê de pir belavkirî be jî li tirkiyeyê ji herêmên pîlot dest pê dike. Agirî, Wan û Dêrsîm wek herêmên pîlot tên destgirtin. Teşwîka çandiniya organîk tê kirin.  Divê hilberîn ji tovê organîk bê destpêirin û hemû astên wê jî wisa berdewam bikin. Mirov bi madeyên kîmyewî nikarin bigihêjin cîhekî.” Ez ê di vî alî de li gel hemû astengiyan têkoşîna xwe bidomînim.”