Parêzvanên jiyanê di 22’ê Nîsanê de her kesî vedixwînin Sînopê 2018-04-16 09:03:14   STENBOL - Platforma Dijberî Nukleerê ya Sînorê di 22’ê Nîsanê de mîtîngê pêk tîne û tê payîn ku ji her çar alî Tirkiyeyê parêzvanên mafên jiyanê tevlî bibin. Ji Kolektîfa Ekolojiya Kadikoyê Denîz Erbak diyar kir ku mîtînga Sînopê di têkoşîna ekolojiyê de peywirek girîng digire ser xwe.   Ji aliyê Platforma Dijberî Nukleerê ya Sînopê beriya 32’emîn salvegera karaseta Çernobîlê ya 26’ê Nîsana 1986'an de pêk hatibûwê mîtîngekê di 22’ê Nîsanê de li Sînopê pêk bîne. Tê payîn ku ji her çar aliyên Tirkiyeyê de parêzvanên mafên jiyanê tevlî mîtîngê bibin. Mîtîng bi dirûşmeya ‘Li dijî kesên qirêj dikin em dibêjin bijî jiyan’ wê pêk bê û şahidek ji qezaya santrala nuklerê ya Fukuşîma jî wê tevlî bibbe.  Parêzvanên jiyanê der barê danîn bingehê santrala nuklerê ya li Akkuyu ya Mersînê hatiye avêtin jî wê dengê xwe bilind bikin.   ‘Dijberbûna nuklerê têkoşîna topyekun e’   Ji Kolektîfa Ekolojiya Kadikoyê Denîz Erbak ya ji Stenbolê tevlî mîtîngê dibe  diyar kir ku dijberbûna enerjiya nuklerê di heman demê de têkoşîna li dijî kapîtalîzmê ye û got armanc ne tenê hilberîna enerjiyê ye. Denîzê da zanîn ku Kolektîfa Ekolojiya Kadikoyê ji aliyê kesên têkoşîna ekolojiyê didin ve hatiye ava kirin û got ew dijberî HES’ê ne.Denîzê her wiha bi lêv kir ku têkoşîna dijberî nuklerê têkoşînek topyekun e.   ‘Ev erdnîgarî şahidê zirarên nuklerê ye’   Denîzê destnîşan kir ku ji ber sedema OHAL’ê rojên zehmet dijîn û got: “Dixwazin dengê civaka sivîl bidin qutkirin. Li erdnîgariya xwe ji xwe têra xwe me zerarên nukleerê dîtine. Ji ber Çernobîlê li vî welatî bi sedan kes bi penceşêrê ketin û mirin. Niha dixwazin şaşiyek din bê dubarekirin.Em desturê nadin vê.”   Denîzê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku mîtînga Sînopê di têkoşîna ekolojiyê de peywirek girîng digire ser xwe.