Gelê Îzmîrê li Kulturparkê avahiyên mezin naxwazin 2018-04-11 09:06:46   ÎZMÎR - Aktîvîsta Platforma Kulturparkê Çîgdem Ozmen diyar kir ku divê derfetên ji bo  qadên aîdî gel, ji bo gel bên bikaranîn, bên dayîn û got: “Tu kes li vir avahiyên mezin ên weke AVM naxwaze.”   Kulturpark yek ji qada şênkayî ya herî mezin a Îzmirê ye.Tê xwestin ku li wir li ser qada 35 hezar metrekareyî navendek kongreyê ya mezin bê çêkirin. Platforma Kulturparkê li dijî vê xebatên xwe da meşandin û didomîne.  Ji aliyê Platformê ve her rojên yekşemê bernameyên seyranê pêk tên. Endama platformê Çîgdem Ozmen  diyar kir ku divê park aydê rayagiştî be û bê pere bê bikaranîn û da zanîn ku şaredariyê ewil qet li parkê mêze nekiriye û piştre jî wek çare projeyên nû xistiye dewrê.    ‘Gel avahiyên mezin naxwaze’   Çîgdemê destnîşan kir ku gelo çima bi projeyekê ev der heybeta wê zêde dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê derfetên cemaweriyê ji bo cemaweriyê bên bikaranîn ku ev der xweş bibe. Kes li van deveran avahiyên mezin ên weke AVM’yan naxwazin. Ji ber ku li her derê Îzmîrê ev avahî hene.”   Çîgdemê anî ziman ku ji aliyê muetahîtê bi nêzîkatiya xwe ya desthilatdariyê tê nasîn, Mesut Sancak ve tê xwestin ku navenda kongreyê bê çêkirin û got: “Bi derfetên gel li wir navenda fuarê hat çêkirin. Fuar li Gazîemirê ye. Ger hewcedarî be bila navenda kongreyê li wir bê çêkirin. Ev der qada sît ya arkeolojîk e. Li qadên sît avahî nikare bê çêkirin.”