‘Jin parêzvana çanda resen e’ 2018-03-14 09:01:51   Rûken Goman     GIRKÊLEGÊ - Dayika Şaha Kindî ya ku bi çêkirina dermanê xwezayî ji mirovan re dibe çare anî ziman ku ew bi tedawiya xwezayî hem çanda xwe diparêze hem jî xizmeta civakî dike.   Dayika Şaha Kindî ku 58 salî ye û bi salan e li dijî êş û nexweşiyan tedawiya xwezayî dike, bi  lêv kir ku bi salan e jin bi xwezayê re dost e û bi vî awayî  parêzvantiya çanda resen dike.    Şaha Kindî ya ku ji Girkêlegê ye diyar kir ku jin her tim çanda xwe diparêze û got:”Jin her dem bûye kedkara herî mezin û çanda xwe parastiye. Jinê çanda ku parastiye wekî mîrateyekê ji zarokên xwe re hiştiye. Ez jî çekirina dermanên xwezayî ji dayika xwe hîn bûm. Dermanên ku ez çê dikim xwezayî ye, kimyasal tê de tuneye. Ev yek jî ji bo tenduristiya mirovan baştir e.”   ‘Ez bi dildarî mirovan tedawî dikim”   Dayika Şahayê anî ziman ku ew tedawiya mirovan bi dildarî dike û wiha domand:”Gel ji min gelek razî ne û hem zarok hem jin tên cem min tedawî dibin. Ji ber ku ez vî karî ji dil û bê berjewendî dikim gel baweriya xwe bi min tînin. Ez ê heta dawiya temenê xwe vî karî bi dildarî bikim.”   ‘Ez naxwazim ji rastiya çanda resen dûr bikevim’   Dayika Şahayê di dawiya axaftina xwe de qala çanda jina kevnar kir û wiha got: "Em wekî dayikên ku naxwazin ji çanda xwe dûr bikevin tev digerin. Em ê vî karî nîşanî zarokên xwe jî bidin da ku ew jî wekî mîrate ji zarokên xwe re bihêlin û ev çand winda nebe.”