Zîhniyeta dagirker û şer xweza tune dike 2018-03-11 09:56:08   Dîlan Babat   WAN - Ekolojîst Seher Kadîroglu Ataş diyar kir ku di bin qirkirina xwezayê de feraseta dagirker heye û got ev texrîbat tenê bi rakirina desteserkirina xwezayê ya ji aliyê mirovan ve, wê bi dawî bibe.   Berdevka Demî ya KESK’ê ya Wanê û ekolojîst Seher Kadîroglu Ataş diyar kri ku mirovan ji xwezayê cuda nafikirin û got şer tenê zirarê nadin mirovên li eniyê, zirarê didin civakê, çand, aborî û qadên ekolojiyê jî.   ‘Bermahiyên qadên leşkerî zirarê didin xwezayê’    Seherê bi lêv kir ku bi şer bi hevsengiya ekolojiyê dilîzin û bi vekirina kanalên av û bendavan bi hezaran zindî tune dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şer de tenê mirov tune. Şer bi tena serê xwe ekosîstemê xera dike. Di şer de cihên avî tên tunekirin, ev jî dibe sedema tunebûna dehezaran çûkan. Ev tê wateya tunebûna cureyên di avê de û zindiyên din. Madeyên bi zirar yên davêjin ser axê jî dibe sedema tunebûna cureyên zindiyan. Axê xera dibin. Bi bermahiyên qada leşkerî bi hektaran erd qirêj dibin.”    ‘Peyman tên piştgûhkirin’    Seherê destnîşan kir ku xweza di peymanên navneteweyî de di bin parastinê de ne û Tirkiyeyê jî îmze avêtine van peymanan, lê mixabin peyman tên piştgûhkirin.   ‘Sedemên polîtîk hene’    Seherê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li pişt zirara ku didin xwezayê sedemên polîtîk siyasî hene û wiha got: “Armanc ev e ku zirarê bidin xwezayê, herêmê wêran bikin ku kes lê nejîn. Di bin pirsgirêkê de fikra hiyerarşîk û serdest heye. Ev texrîbat ancax bi rakirina desteserkirina xwezayê ya ji aliyê mirovan ve, wê bi dawî be.”