Çemê ku hat gotin ‘hatiye paqijkirin’ nexweşiyê belav dike 2018-03-09 09:10:55       MÊRDÎN - Çemê Zergan ku bi mehan berê di çapemeniyê de hat gotin ku qeyûmê navçeya Qoserê paqij kiriye, nexweşî û qirêjiyê belav dike.    Çemê Zergan ku hat gotin ku ji aliyê qeyûmê şaredariya Qoserê ve hatiye paqijkirin, bûye weke sergo. Li gorî şaredarî û çapemeniya herêmê xebata paqijkirina çem a li navçeyê, di meha Kanûnê de hatiye kirin.   Çem nexweşiyê belav dike    Çemê ku hat îdiakirin hatiye paqijkirin û tevî giliyên gel nehatiye paqijkirin, mirov nikare li ber derbas bibe. Hat hînbûn ku çem nexweşiyê belav dike û li malên derdora çem, welatî bi giliya vereşînê diçin nexweşxaneyê. Tevî gazincên gel çem nayê paqijkirin û bi sedan welatî neçar dimînin ku her roj di ber çem de derbas bibin.    ‘Divê bê paqijkirin’    Welatiyan destnîşan kir ku çem di parqê, hem di taxê û hem jî di rêya mezin de derbas dibe û wiha gotin: “Divê çem bê paqijkirin. Ev bi mehane wisa ye. Tevî em gilî dikin jî tiştek nayê kirin. Berê sewalan av ji vî çemî vedixwar. Niha ji qirêjiyê sewal naçin ber çem. Kes naxwaze di ber re derbas bibe. Li malên nêzî çem, gelek kes piranî jê zarok nexweş ketin. Hat hînbûn ku yên çûn nexweşxaneyê bi enfeksiyonê ketine.”    Qeyûm Ahmet Odabaşi ku îdia kiribû çem di meha kanûnê de paqij kiriye wiha gotibû: “Beriya zivistanê em ê çeman paqij bikin û di demek kurt de temam bikin. Em ê gîha, ax û çopa çem jî paqij bikin.