Çarşiya Heskîfê ya dîrokî tê valakirin! 2018-03-01 14:41:59   ÊLIH - Ji ber pirojeya Bendava Ilisûyê ji bo ku çarşiya dîrokî ya Heskîfê bê valakirin ji esnafên li çarşiyê re agahdarname hat şandin.   Hewldana Jiyandina Heskîfê, derbarê Bendava Ilisuyê de ku hat temamkirin daxuyanî dan.  Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku piştî projeya Bendava Ilisuyê û HES'ê bê temamkirin  wê ji sedî 90'ê navçeya Heskîfê ji bendavê neyînî bi bandor bibe. Herwiha hat diyarkirin ku wê q199 qadaên jiyanê ên li herêmê jî di binê avê de bimînin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tê xwestin herêm bê mirov bê hiştin û binpêkirinên mafan jî berdewam dikin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser çarşiya dîrokî ya Heskîfê jî û wiha hat gotin: "Di 22'yê sibatê de ji esnafên li çarşiyê re agahdarname hatiye şandin û hatiye xwestin ku çarşî bê valakirin. Esnafên ku beriya çêkrina bendavê hejmara wan nêzî 200'î bû niha hejmara wan gelek kêm bûye û hatine asta ku derabeyên dikanên xwe bigirin. Di agahdarnameya ku ji 25 esnafên li çarşiyê mane re hat şandin de tê diyarkirin ku divê di 15 rojan de dukan bên valakirin. Herwiha di agahdarnameyê de tê gotin ku kesên dukanên xw vala nekin û dukanên wan bên desteserkirin."   Di daxuyaniya ku hat ragihandin ku projeya bendava Ilisuyê pirojeya rant, koçberkirin û bê mirov hiştina herêmê ye wiha hat bidawîkirin: "Mer beriya vê jî ev mijara bi caran parvekiribû û bal kişandibû ser xeteriya vê projeyê. Ger ku proje bê temakirin û bendav bikeve meriyetê jî em ê berxwedana xwe bidomînin. Em nahêlin ku ev proje bikeve meriyetê."