Di bin navê 'Projeya Islahê' de, ji malan re teblîgat hat şandin! 2018-02-26 10:13:36   AMED - "Islah Projesî" ya ku ji ser Çemê Dîcleyê hat destpêkirin heta Fîskayayê hat. Proje wekî hincet hat nîşandan û ji welatiyên ku li Kuçeya Ferîtkoşku teblîgata "Malên xwe vala bikin" hat şandin.   Geliya Dîcleyê ya ku ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Derdorê "Qada Projeyê ya Taybet" hat îlankirin tê texrîpkirin. Daristan tê tunekirin, Çemê Dîcleyê bi kanê qûmê tê qirêjkirin. Vê carê jî Muduriyeta DSÎ'yê "Projeya Islahê ya Çemê Dîcleyê" xist meriyetê.    Gelek dar hatin birîn!   Di çarçoveya "Projeya Islahê" de gelek dar hatin birîn. Çemê ku bi kanên qûmê tê qirêjkirin bi vê projeyê bêtir tê texrîpkirin. Her wiha bi van kiryarana gelek zindewarên di çem de jî hatin tunekirin û qada jiyana wan ji destên wan hat girtin.    Dê jiyana zindewaran çawa bibe?   Serokatiya Parastina Bajarvaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qayyim tayin bû jî piştgiriyê dide vê projeyê. Her wiha Çemê Dîcleyê ji zindewarên ku neslê wan bi ber tunebûnê ve diçe wekî stargehekê ye. Bi vê projeyê gelek zindewar bi talûkeya tunebûnê re rû bi rû dimînin.   'Bi salaneke ku dixwazin me ji vir derxin'   Di çarçoveya vê projeyê de ji welatiyên ku li Fîskayayê dijîn jî teblîgata "Ji malên xwe derkevin" hat şandin. Di teblîgata ku ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê hatiye şandin de wekî hincet "Projeya Islahê" tê nîşandan.    Malbatên ku bertek nîşanî teblîgatên ku ji wan re hatiye şandin dan wiha gotin:"Em bi şevan nikarin rakevin êdî. Bi kurtasî dibêjin 'ji van deran herin'. Bi salan e ku ji bo em ji vir herin hemû tişt kirin. Em naxwazin malên xwe terk bikin."