Li Çemê Dicleyê û li Hewselê di bin navê 'Islahê de' komkujî! 2018-02-23 09:07:13   Şehriban Aslan   AMED - Projeya ku ji bo Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê tê meşandin bi "Projeya Islahê ya Çemê Dîcleyê" qada jiyana zindewaran tune dike û tê xwestin ku proje bi destên çapemeniyê rewa bê dîtin.   Axa li ser çandinî tê kirin di bin navê "projeyê" de yek bi yek tê tunekirin. Baxçeyên Hevwselê ku xwediyê dirokek 8 hezar sal e û Çemê Dîcleyê ku qada şaristaniyê ye bi tunebûnê rû bi rû tê hiştin.    Wê çi bi zindewarên ku lê dijîn bê?   Di çapemeniyê de pesnê projeyê tê dayin lê zindewarên ku dijîn wê çi bi wan bê? Bersiva vê yekê nayê dayin. Geliya Dîcleyê ji bo zindewarên li ber tunebûnê ne dibe stargeh. Kes bi lêv nake ku dema ku proje çê bibe dê 46 cureyên masiyan û gelek cureyên balindeyan dê bi dawî bibe.    Dibêjin deviyên ku ji zindewaran re dibe hêlin ne baş in!   Di heman demê de di çapemeniyê de tê gotin ku ji ber deviyan çem nayê xuyakirin lê ew devî ji gelek balindeyan dibe stargeh. Di heman demê de gelek balinde dema xwe ya hilberînê di nava deviyan de derbas dike.