Li Semsurê wê 5 gundên Kurdên Elewî di bin avê de bimîne 2018-02-18 10:01:00   Gulîstan Azak   SEMSUR - Bendava Koçalî ya çêkirina wê didome wê 5 gundên Elewî di bin avê de bihêle. Welatiyan derbarê mijarê de gotin: “Dixwestin me Kurd û Elewiyan bi kana madenê ya  li gund avakirine bikujin. Lê bi ser neketin. Niha jî dixwazin me bi bendavê bikujin.”   Bendava Koçalî ya ku 40 km yî ji Semsurê dûre û çêkirina wê didome, wê gundên Elewiyan ên weke Çatalagaç, Doganli, Gokçay, Baglica û Agaçkonakê di bin avê de bihêle. Çêkirina bendava ji 2014’an heta niha berdewam dike, gundî bi daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyan li dijî vê yekê derdikevin.   Jina bi navê Zeynep Ergul a 56 salî wiha got: “Em bi cotkarî û çandiniya titûnê debara xwe dikin. Lê îsal qedexe anîn titûnê. Ji ber vê em betal man. Bi taybet bendavê li gundên Elewiyan çê dikin. Ev jî kevneşopiya dewletê ye.”   ‘Keça min ji ber zextên dewletê tevlî PKK’ê bû’   Zeynebê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Di salên 1980’ê de leşkeran bi ser gund de girtin. Me wê demê rûyê dewletê yê rast dît. Em rastî îşkenceyên mezin hatin. Digotin ‘Hûn Kurd in, Elewî ne’ û bi copan îşkence li jin, mêr, zarokan, kal û pîran dikir. Keça min ji ber zextan tevlî PKK’ê bû. Hîna jî gundê me ji aliyê dewletê ve cuda tê dîtin û em tên tehdîdkirin.”   ‘Li dijî mirî û turbeyên me rêza wan tuneye’   Jina bi navê Fatma Esen a 54 salî jî  bi lêv kir ku wê bi bendava tê çêkirinê re hemû goristan û turbeyên Elewiyan di bin avê de bimîne û got: “Gundî li dijî celadên rêzdariya wan li dijî miriyan tune, têdikoşin. Lê çi fêde… Dewletê li dijî gundekî biçûk şer daye destpêkirin. Berê jî bi kana madenê xwestin gelê Kurd bikujin lê niha bi bendavê dixwazin bikujin. Dibêjin ‘ji vir biçin’. Em ê bi ku de biçin? Em cotkar in. Em biçin bajar em ê çawa bijîn? Serokomar dixwaze me zindî terkî mirinê bike.”   Turkan Yoldaş (47) daxuyakirin ku li gund nifûsa ciwan û betalan gelek zêde ye û got ji bo kesên gund terk dikin li bajaran xaniyê TOKÎ yê dîsa ew pereyê wan didin,  pêşniyar dikin. Ayşe Yoldaş a 90 salî jî diyar kir ku dixwazin gundiyan bi birçîbûnê terbiye bikin û got bila bi nanê gundiyan nelîzin û dest ji vê pêkanînê berdin.