Daran kulîk vekir, cotkar tirsiyan 2018-02-17 10:09:01   SEMSUR - Li navçeya Kahta ya Semsurê ji ber hewa gelek germ bû, daran kulîlk vekir. Nehatina mehên zivistanê û ji ber axê jî têr av negirtiye, cotkar ketin nav fikaran.   Li gorî lêkolînên dawî yên zanyaran kiriye de, tê dîtin ku germahiya 15-20 sal berê û ya niha ne wek hev in. Meha çile li Ewropayê ji her demê zêdetir germ derbas bû. Bi vî awayî meha Çile wek 4’emîn meha herî germ a Ewropayê derbasî qeydan bû. Di salên dawî de yek ji bajarên ku zivistan nejiya Semsur bû.   Li navçeya Kahta a Semsurê hinek dar bêyî ku bihar bê kulîlk vekirin. Li navçeyê germahiya hewayê li ser rewşa normal a demsalê ye. Gel ji germahiya hewayê kêfxweş in lê cotkar ji vê rewşê bêzar in.