Gundekî li dijî celadê xwe têdikoşe… 2018-02-15 09:21:47   Gulîstan Azak    MELETÎ - Welatiyên li gundê Dedeyazi ya navçeya Doganşehîrê dijîn li dijî kana madenê ya tê xwestin li gund bê çêkirin berxwe didin. Hem şîrketa xwediyê madenê û hem jî leşker gundiyan tehdîd dikin. Gundiyan diyar kirin ku ew li dijî celadê xwe berxwe didin û gotin ew şûnde gavê navêjin.   Şêniyên gundê Dedeyazi yê ji 150 malî pêk tê û girêdayê navçeya Doganşehîr a Meletiyê ye, ji sala 2004’an heta niha li dijî şîrketa Martut Madenî A.Ş têdikoşin. Gundiyên li qada gund hatin cem hev bi dovîzên ku amade kirin û dirûşmên ‘Dedeyazi wê ji madenê re bibe goristan û gotin’, ‘Em gel in, mafdarin  qezenc bikin’ bi rojan hewl didin dengê xwe bidin bihistin. Gundiyên Dedeyazi van rojan li dijî kana madenê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin û li benda piştevaniya aliyên hestiyar in.    ‘Em ê li dijî talanê bêdeng nemînin’    Jina bi navê Meryem Aslan diyar kir ku hewl tê dayîn gund tine bikin û got armanca esas komkujî ye û wiha pê de çû: “Yên av û axa gund qirêj dikin, bila vegerin li xweşikahiya avê, xwezayê û çiyan binêrin. Ma qet şerm nakir.Em ê li dijî dagirkirinê bêdeng nemînin.”   ‘Em li dijî celadên xwe têdikoşin’   Meryemê di berdewamiyê de got ku dixwazin wan bikin penaber û ev tişt anî ziman: “Bi pişgiriya dewletê dixwazin me qetil bikin û em li dijî celadên xwe têdikoşin. Yên em anîne vê rewşê dewlet bi xwe ye. Em Elewî ji dewletê tiştekî napên. Ji ber vê em ê gundê xwe, axa xwe ava xwe biparêzin. Dewleta ku bi salan îmze avêt binê komkujiyan bila destê xwe ji ax û gundê me bikşîne.    ‘Ava me ya çavkaniyan heye lê em ava artezyen vedixwin’    Mahîde Aslan jî destnîşan kir ku ava çavkaniyan bi xebatên madenê re hatiye qirêjkirin û wiha berdewam kir: “Gundekî bifikirin dora wê tije çavkaniyên avê ye lê em ava artezyen vedixwin. Caarna ji bajêr mîvanên me dihatin. Ji bo hewayek baş. Lê niha em diçin bajaran.”   Mahîdê di berdewamiyê de bi lêv kir ku berpirsyariya pirsgirêkê dewlete û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet hêdî hêdî me qetil dike. Xwediyê madenê tehdîda ‘biçin ji van deran, ezê çiya bi serê we de hilweşînim.’ kir. Xwediyên şîrketê vê hêzê ji dewletê digirin.   Leşkeran tehdîd kir    Goçer Şenol jî daxuyakirin ku wan li dijî kana madenê daxuyaniya çepemeniyê dane û ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin û tehdîdkirin. Elîf Şenol jî bang li jinan kir ku herî zêde jin nêzî xwezayê ne û got ew dixwazin jin di têkoşîna wan ya xwezayê de cih bigirin.