Warên dîrokî yên li dijî kepçe, dem û qeyûm li ber xwe didin 2018-01-26 09:53:00     AMED-Li Farqînê warên dîrokî yên wekê Hasunî, Zembîlfroş û Azîzoglu  ji ber wêranbûnê bi tinebûnê re rû bi rû ne. Ev warên dîrokî ligel demê û qeyûman hîna jî li berxwe didin.   Li navçeya Farqîn a Amedê, Birca Zembîlfiroş ya li Keleha Farqînê, Şikeftên Hasunî ku cihê herî kevn yê cîhanê ye û Konaxa Azîzoglu tevî wêranbûnê hîna li ser piya ye. Her wiha niha jî li dijî qeyûm li ber xwe dide.   Ev warên dîrokî yên bi salan li ser piyan e, piştî pêvajoya şer terkî qedera xwe hatin kirin.  Keleha Farqînê ya di her carê de kevirek jê dikeve, Konaxa Azîzoglu ya wek qerekol tê bikaranîn û Şikefta Hasûnî tenê ji hinek warên dîrokî ku bi tunebûnê re rûbirû mane ne.   Warên dîrokî yên li Farqînê rewşa wan ya îro wiha ye:   Nehat parastin, kes neçû!   Şikeftên Hesûnî:Yek warên xwecîhbûnê yê Serdema Navîn e.  Niha terkî qedera xwe hatiye kirin. Tevî dehan projeyan bi turîzmê nehat qezenckirin.  Tevî xistin bin parastinê, di 2010’ande piştî projeya ‘bi turîzmê qezenckirin’ eleqeya didît wenda kir.  Tevî 7 sal di ser de derbas bûye jî pêşketinek çênebû.   Konax an qerekol?   Konaxa Azîzoglu: Yek ji warên herî kev a navçeyê ye. Bi salane hebûna xwe diparêze. Konaxa ku navçeyê temsîl dike, demek dirêj vala ma. Gel xwedî lê derket û piştî pevçûnan terkî qedera xwe hat kirin. Piştî li taxê qedexe hat îlankirin şûnde ev du sale wek qerekol tê bikaranîn.   Birca Zembîlfiroş: Birca Zembîlfiroş ji dema Bîzansê heta niha ji dehan şerî re şahidî kiriye û niha jî li dijî qeyûm têdikoşe.  Mehên havînê di bin navê firehkirina rê de beşek wê hat texrîbkirin û kevirên wê hatin şikandin.  Tevî rêya hat firehkirin nehat îmarkirin.  Niha ji ber wêranbûnê  her roj parçeyek wê dikeve.