Kanên xîzê yên li Cizîrê ekosîstemê tehdît dikin 2017-11-02 09:09:23 Medîne Mamedoglu   ŞIRNEX - Hejmara kanên xîzê yên li ser çemê Dîcleyê ya Cizîrê roj bi roj zêde dibe. Kanên ku bi armanca rantê tên çêkirin û her sal dibe sedema mirina dehan kesî, tevî nerazîbûnên gel jî nayên girtin.   Li Cizîra Şirnexê li ser Çemê Dîcleyê gelek kanên xîzê hatine çêkirin û roj bi roj çem ziwa dibe. Kanên hatine çêkirin jiyana zindiyan jî dike xetereyê û tevlî hemû gilîkirinan jî kan nayên girtin. Kanên ku zirarê dide gelê herêmê ne ruhsata wan û ne jî rapora wan ya ÇED’ê hene.   'Mirin çêdibe lê hîn jî ranawestin'   Kanên xîzê di heman demê de ji ber hezazê di çem de çalan çêdike. Her sal di mehên havînê de bi dehan zarokên dikevin çem jiyana xwe ji dest didin. Sedem vê yekê jî çalên çêbûne ne. Di sala dawî de ji ber çalan zarok jî tê de 4 kesî jiyana xwe ji dest dan.   ‘Cureyên zindiyan tune dike’   Ekolojîst Guner Yanliçê diyar kir ku kanên xîzê yên di çarçoveya qanûna madenê de ne, bikaranîna wan di destê sermayeyê de ye û wiha pê de çû: “Desthilatdariyê navendî jî ji sermayeyê re xizmetê dikin. Kana xîzê jî wek kanên din ên madenê di çarçoveya nirxandina derdorê de ye. Ji sê metreyan zêdetir nikare bikole. Ka werin bibînin ku kanên xîzê zêde bûne. Dema rewş wisa be sermaye jî di talankirina xwezayê de  sînoran nas nake. Çalên mezin dikolin û ev jî herikîna avê diguhere. Her wiha ev zirarek mezin dide zindiyên avê.”