Cape Town mînak nîşan da: Hîna şansê me heye 2017-10-23 09:18:48 Melîke Aydin DÊRSÎM - Ji Meclîsa Ekolojiyê ya HDP’ê Goknur Yumuşak diyar kir ku şîrketên dermanan yên navneteweyî ji bo tovên herêmî ji holê rabikin, zextan li dewletan dikin,  yek ji paytextên başûrê Afrîkayê, Cape Town mînak nîşan da û wiha got: “Li vir hilberîn bi giştî sekiniye.  Ax ji aliyê dewletên mêtînger ve tê kontrolkirin. Yê me jî hîna şansê me heye.  Hîna tovên me yên ku em xilas bikin hene.”   Endama Meclîsa Ekolojiyê Goknur Yumuşak ku di Komeleya Tovên Herêmî ya Îzmîrê de dixebite, diyar kir ku  tovên herêmî û bikaranîna dermanên jehrî  ji aliyê şîrketên emperyalîst yên navneteweyî ve li ser dewletên mêtirngeh tê ferzkirin û got tovên herêmî li erdnîgariya me li ber xilaskirinê ye.   ‘Komkujî bi qanûnên  tovên herêmî didome’   Goknurê daxuyakirin ku her kes bi hilberîna çandiniyê debara xwe dike û tov di asteke jiyanî ya girîng de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêmana herî girîn ya bankaya tov mirov e.  Dewletên mêtînger yên pir netew, di bin navê ‘islaha tov’ de  polîtîkayên der barê tinekirina tov de li welatan mêtîngeh ferz dikin.   Goknurê ev tişt daxuyand: “Dewletên pir netew, li gorî xwe tov didin me. Di 2006’an de bi qanûna 5553’an  girtin û firotina tov hat qedexekirin.  Ev jî qanûnan ku vê hêsan dike ye.  Şîrketa bi navê Bayer û Monsanto jî tovên şîrketên ku vegera wê tine hildiberîne. Ji ber tov ne başe derman tê hilberandin.  Piştre ji ber vê gelek mirov nexweş dikevin û derman vê car ji bo mirovan tê firotin. Şîrketên mêtînger jiyana mriovan vediguhere alava bikarhêneriyê.  Xweza bi destê mirovahiyê tê qetilkirin. Em dikarin jiyanek cuda li vir bi hev re bihûnin.”