‘Dewlet dixwaze Dêrsîmê bi înşat û HES’ê dagir bike’ 2017-10-15 09:22:00 Melîke Aydin DÊRSÎM- Li gundê Marçîkê Şîrketa Înşata Suroglu ji bo kana keviran sondaj vekir û vê jî rê li ber bertekên hawirdorparêz û gundiyan vekir. Gundiyên bertek nîşand an gotin: “Dewlet dixwaze Dêrsîmê bi projeyên HES û înşatê dagir bike. Emê li dijî taşeronên dewletê yên xwezayê talan dikin berxwe bidin.”   Li gundê Marçîk a Dêrsîmê, Şîrketa Înşatê ya Suroglu bi armanca avakirina kana keviran li qadeke 100 metrekareî dar birîn û sondaj vekir.  Aktîvîstên derdorê diyar kir ku ji bo kana keviran rapora ÇED’ê nehatiye girtin û  diyar kir k udi rewşa kan bê vekirin de wê zirarên mezin bidin xwezaya geliyê Pulemûrê. Gundiyan jî daxuyakirin ku ji bo astengkirina înşatê wê serî li her rê bidin. Der barê xebata hatiye destpêkirin de jî pêvajoya hiqûqî hat dest pê kirin.   Gundiyan diyar kir ku şîrket aydê Velî Suroglu yê bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tê zanîne û hevkarên projeya kana kevir jî têde Cem Şaroglu jî heye bi giştî çar hevkar hene. Gundiyan diyar kir ku hinek karsazên bi nêzîkatiya xwe ya AkP’ê tên zanîn bi AKP’ê re xebatên madenê dimeşînin.   ‘Emê desturê nedin’   Makbule Yoltay ya li gundê Marçikê dijî bi lêv kir ku beriya xebatên kanê bên destpêkirin tiştek ji wan nehatiye pirsîn û got: “Di 6’ê cotmehê de xebatên sondajê hatin destpêkirin û ji ber vê me pêvajoya edlî da destpêkirin. Ev der warê me ye. Em li vir dijîn. Divê ji me bipirsin. Ev gundê me ye. Em vir bernadin. Emê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin.  Ger hewcebe bila bên me bikujin. Lê em desturê nadin kana keviran.   Jina bi navê Meral Bayoglu jî diyar kir ku dewlet dixwaze bi projeyên HES’ê, xebatên madenê û înşatê vir dagir bikin. Meralê daxuyakirin ku ew vir teslîmê kesî nakin û ew li vir hatine dinê wê li vir bimrin.