Rojhilatê Behrareş veguherî şantiyeya Înşatê 2017-10-03 09:09:52 Evrîm Kepenek   TRABZON- Li herêma Rojhilatê Behrareş, di 6 mehên ewil ên sala 2017'an de hejmara avahiyên ruhsata wan hatiye dayîn ji sedî 26 zêde bûn û di serî de li Trabzonê, bajarên Rojhilatê Behrareş  veguheriye qada şantiyeya înşatê.   Li gorî daneyên Midûriyeta Herêma Trobzonê ya Saziya Îstatîstîka Tikriyeyê (TUÎK) di 6 mehên ewil ên sala 2017'an de li Herêma Rojhilatê Behrareş bi tevahî ji bo hezar û 650 avahî û 15 hezar û 938 xaniyî ruhsat hatiye dayîn. Ev jî nîşan dide ku li gorî sala borî ji sedî 26 zêde bûye.   Li gorî vê yekê li Artvînê ji sedî 15.8 kêm bûye û daketiye 32'an, li Orduyê ji sedî 14,2 ketiye û daketiye 291, li Gîresunê ji sedî 5.4 kêm bûye û daketiye 283'an li Gumuşhaneyê ji sedî 2,2 ketiye û daketiye 44'an, li Trabzonê ji sedî 22 zêde bûye û derketiye 453'an û li Rîzeyê jî ji sedî 41,0 zêde bûye û derketiye 55'an.   Welatiyên li Trabzonê dijîn bertek nîşanî avahiyan dan û diyar kirin ku li gorî xwezayê proje nayên çêkirin.